Her du cenzayên li Cizîrê li goristana bêkesan hatin definkirin

ŞIRNEX - Li Cizîrê, polîs û ekîbên şaredariyê du cenaze li goristana bêkesan definkirin.

Polîs û ekîbên şaredariyê du cenaze li goristana bêkesan a li Taxa Yafes a Cizîra Şirnexê ye defin kirin. Der barê agahiyên nasnameyên her du cenazeyên ku hatin definkirin agahî bi dest neketin.

Her wiha di 7'ê Hezîranê de jî li qada ku di dema qedexeya derketina kolanan de gelek mirov lê hatibûn şewitandin û kuştin, cenazeyeke aîdî mêrekî hatibû dîtin.