Li Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin

ŞIRNEX - Li Şirnexê, leşkeran bi ser gelek gundan de girt. Di serdegirtinan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Danê sibehê leşkeran bi ser gundên Cifanê, Aket, Serêdehlê, Şilerit û Avagamasiya yên li herêma Çiyayê Cûdiyê ne girtin. Hat zanîn ku di serdegirtina gundan de bi dehan kes hatine binçavkirin.

Li gor agahiyên bi dest ketine, 27 kes birine Qereqola Cendirmeyan a Îkîzceyê û her wiha gelek kes jî birine qereqolên li nêzî gundan. Hat diyarkirin ku li gundan û ocaxên komirê dorpêçkirina leşkeran didome.