HDP bi gel re fitarî kir: Li gor ola îslamê yekparêzî şirk e

MÊRDÎN - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li Mêrdînê di fitariyê de axivî. Baydemîr gotinê Serokomar Erdogan ên yekparêz bi bîr xist û wiha got: "Ew dibêjin yek yek, lê Xweda em reng bi reng afirandin, eger bixwastena dê yek ziman û yek ol bianiyana ser ûyê cîhanê. Li gor olê me yekbûn şirk e."


Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê , bi gel re fitarî kir. Fitarî li eywana MovaParkê hat dayîn. Alayên HDP'ê û pankarta ku li ser "Eger yek ji me tiştên ku ji xwe re dixwaze ji birayên xwe re jî nexwaze ne mu'mîn e" nivîsandî li eywanê hatin daliqandin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlementerên HDP'ê Mîthat Sancar, Erol Dora, Kadrî Yildirim, rêveber û endamên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, nivîskarên kurd, Şaxa MEYA-DER'ê ya Mêrdînê, Şaxa KESK'ê ya Mêrdînê, Dayîkên Aştiyê û bi sedan kes tevlî fitariyê bûn.

'BILA HER KES LI GOR OLA XWE NÊZÎ HER KESÎ BIBE'

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan xêrhatina gel kir. Piştî Aslan Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê yê suryanî Erol Dora axivî. Dora diyar kir ku ji ber ku ew di meheke ku ji bo mislimanan pîroz e, li cem gelê misilman e pir kêfxweş e û wiha got: "Armanca HDP'ê jiyana bi hev re ye ya gelên cuda ye, lê di vê meha pîroz de kesên me dimirin. Em bang dikin ku herkes li gor ola xwe nêzîkî her kesî bibe."

'DIVÊ EM JI BO AŞTIYÊ DUAYAN BIKIN'

Piştî Dora Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar bi zimanê erebî xêrhatina gel kir. Sancar anî ziman ku divê her kes divê meha pîroz ji bo aştî, wekhevî, demokrasiyê duayan bike. Piştî Sancar Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim axivî. Piştî silavkirina gel Yildirim diyar kir ku xwezî îro Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gursel Yildirim jî di nava wan de bûya û wiha domand: "Îbrahîmê ku dîktatoriya Nemrûd, Kawayê ku dîktatoriya Dehaq, Hz. Muhammedê şoreşger ku îslamê dayî destpêkirin ji vê erdnigariyê ne. Lê tovê edalet, aştî û demokrasiyê yê hat çandin, niha li şûna wî tovê mirin û şer tê çandin. Lê ev zilm dewam nake."

'DIVÊ NIHA DEMIRTAŞ LI VIR BA'

Piştî axaftina Yildirim fitarî hat vekirin. Piştî fitarê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr diyar kir ku ew bi hesreta meha Remezanê xêrhatina gel dikin. Baydemîr xêrhatina Dayîkên Aştiyê kir û wiha got: "Dayîkên dil bi êş dê keda we vala neçe, dê êşa dilê we bibe bingeha azadiyê. Ya Rebê min tu bikî nesîb ji me re em jî bi hêstirê kefxweşiyê mizginiya azadiyê bidin dayîkan." Baydemîr da zanîn ku mixabin dîsa Rojhilata Navîn di destê dîktatoran û kesên ola wan ji xwe re kirine darê zordariyê de li ber sekeratê ye. Baydemîr anî ziman ku divê îro ne ew, îradeya 6 milyon kesî Selahattîn Demîrtaş li vir bûna û wiha berdewam kir: "Parlementer, hevşaredar û qasî 5 hezar kesên dil dane vê partiyê niha di girtîgehan de ne. Hiqûq bûye darê desthilatdariyê. Îradeya vî gelî Gursel Yildirim niha di girtîgehê de ye, lê dê bi îzna Xwedê hemû parlementerên me, Demîrtaş werin nava gelê xwe."

'NE QEYÛM, ZIQUM E DÊ ZIQUMA WAN BIBE BELAYA WAN'

Baydemîr dest nîşan kir ku wan xwest parlemento bibe ya hemû gelên li Tirkiyeyê û wiha domand: "Lê ew dibêjin yek, Xweda em reng bi reng afirandin, eger bixwestana dê yek ziman û yek ol bianiyana ser rêyê cîhanê. Li gor ola me yekbûn şirk e. Di vê pankartê de jî dinivîse kesê ku tiştê ji xwe re dixwaze ji birayê xwe re nexwaze ji îmana wî şik heye. Her roj dibêjin darbe li îradeya giştî dan, lê îro ev du sale li şaredari û îradeya gel derbe dikin. Îro îradeya gelê Mêrdînê li ku ye. Qeyûmê avêtin cihê Ahmet Turk çi dike? Peykerê Orhan Dogan û Roboskiyê dirûxîne. Ev ne qeyûm zilm e. Ha qeyûm ha ziqum. Ziquma wan bibe belaya serê wan. Bila baş bizanin vê erdnigariyê tu car yekkesî qebûl nekiriye. Îro di vê xwarinê de Mithat Sancar ji gelê kevin ê vî welatî ji gelê ereb, Erol Dora ji gel û ola kevin a suryanî di fitariyê de li gel me ne. Tu partiyên wek HDP'ê pirbûnê bipejirîne nîne. Lewma dixwazin HDP'ê tasfiye bikin. HDP heqîqet e, heqîqet nayê tunekirin, yên ku dixwazin heqîqetê tune bikin tune dibin. Rojekê Heredot li ber darek zeytunê runiştibû, darê jêre got 'ez ne yê te me ez beriya te jî hebûm dê piştî te jî hebin' gelê kurd dara zeytunê ye, pêşiya van zaliman jî hebû dê piştî wan jî hebe .Gelê kurd ne yê berê ye. Dê dawî li zilma sedsalan bê."

'REQA, HA DIKEVE HA DIKEVE'

Baydermîr berteka Enqerê ya ji bo referanduma Başurê Kurdistan bi bîr anî û wiha got: "Cihan hemû gelê kurd pîroz dike, lê daxuyaniya Enqerê zehir û zemberek e. Mafê gelê tirk, ereb, fars çibe mafê xwediyê vê erdnigariyê gelê kurd jî ew e. Em wek HDP rêzê didin biryara birayên xwe yê Başûr û piştgiriya wan dikin. Bila bibe bingeha aştî û demokrasiyê. Ev du salin ji bo gelê kurd li Rojava nebe xwedî statû pêvajoya aştiyê xilas kirin û şer dan destpêkirin. Erdogan digot 'Kobanê ket dê bikeve' lê bi izna Xwedê Kobanê neket, lê maskeya wan ket. Niha jî em di rojiya Remezanê destê xwe vekin û bêjin Reqa ket dê bikeve. Dema îşidilizim çû dê bingeha azadiyê bê avêtin."