MÊRDÎN - Qeyûm peykerê Ûgûr Kaymazê 12 salî ku tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz bi 13 guleyan hat kuştin rakir. Her wiha qeyûm sala çûyîn jî diya Ûgûr, Makbûle Kaymaz ji kar avêtibû.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ser navê Ûgûr Kaymazê 12 salî yê ku tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz di 21'ê Mijdara 2004'an de bi 13 guleyan hat kuştin peykerek hatibû çêkirin. Qeyûm peykerê ku di sala 2009'an de ji aliyê Şaredariya Qoserê ve hat çêkirin rakir. Bûlvara ku peyker li ser bû, danê êvarî ji aliyê TOMA û wesayîtên zirxî ve hat girtin.
BI KEMÇEYÊ HAT RAKIRI
2 peykerên ku kevok di mista wan de bûn ji aliyê kemçeyan ve hatin rakirin û wan birin cihekî nediyar.
DEMA FITARIYÊ DE HAT RAKIRIN
Peykerê ku ji aliyê Mamoste Kamûran Aydogan ve hat çêkirin, dema fitariyê hat rakirin. Polîsan di dema rakirinê de nehişt ku tu kes nêzî herêmê bibe.
Her wiha qeyûm Ahmet Odabaşı sala çûyîn di 21'ê Mijdarê roja ku kurê wê hat qetilkirin dayika Kaymaz, Makbûle Kaymaz ji kar avêtibû.