AGIRÎ - Ji ber operasyona ku li herêma Tendurekê didome û qedexekirina zozanên li Giyadînê, welatî nikarin biçin zozanan û ji ber vê yekê ji neçarî mêrgên gundên din kirê dikin.
Ji 24'ê Gulanê ve operasyona li herêma Tendurekê didome. Ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyên bi hinceta "ewlehiyê" welatî nikarin sewalkariyê bikin. Li Giyadîna Agiriyê welatiyên ku nikarin biçin zozanan, ji mecbûrî çêreyên gundên din kirê dikin.
DEMA ZOZAN HAT QEDEXEKIRIN, ÇÊRE KIRÊ KIR
Niştecihên gundê Meya, Tezekent û Dawûdê yên ku her sal di biharê de diçin zozanan, îsal ji ber zozan hatine qedexekirin mecbûr man ku çêreyên gundê Qapûzanê kirê bikin. Ji gundê Meyayê Mehmet Demîrtaş, anî ziman ku ji ber zozanên Çiyayê Eledaxê yên ku her sal diçûnê hatine qedexekirin, wan çêreya gundê Qapûzanê kirê kiriye. Demîrtaş ê 57 salî yê bi destê xwe yê binasir çêlekan didoşe wiha axivî: "28 çêlekên min hene. Heke ew jî tune bûnan, min ê çawa debara xwe bikirana. Lê êdî ew jî li min dibin bar. Çimkî devereke ku ez wan biçêrînim nemaye. Dema em wan nebin zozanan, ji mecbûrî em wan bi êm xwedî dikin. Ew jî kulfetek din e. Wek tu derdê min tune be, ev jî li me bû derd."
‘DI NAV ŞER DE EM HEYWANAN XWEYÎ DIKIN'
Demîrtaş, dest nîşan kir ku dema ew biçin zozanan dê leşkeriye mudaxileyî wan bike û wiha got: "Ji xwe xweyîkirina heywanan karekî zehmet e, lê em di nav şer de wan xweyî dikin. Êdî em nizanin em ê çi bikin."
‘HEM EM HEM JÎ HEYWAN EZIYETÊ DIKIŞÎNIN'
Ji gundê Tezekentê Gokhan Yaşar, anî ziman ku ew her sal di Gulanê de diçin Zozana Belakurmiyê, lê îsal ji ber qedexeyê ew nikarin biçinê. Yaşar, ku di bin kelekela havînê de miyên xwe diçêrîne, anî ziman ku ji ber qedexeyan hem ew û hem jî heywanên wan eziyetê dikişînin. Yaşar wiha got: "Heke em biçûnan zozanan, dê heywan li nêvengeke hênik bi rihetî biçêriyanan. Her roj ji bo em heywanên xwe biçêrînin bi kîlometreyan rê em dimeşin. Heywan geh diçin gund geh diçin çêreyê."
‘KIRÊKIRINA ÇÊREYAN NE ÇARESERÎ YE'
Yaşar, diyar kir ku kirêkirina çêreyan ne çareserî ye, çimkî demeke şûnde dê gihayên van çêreyan jî biqedin û wiha pirsî: "Me xwest em biçin zozanan, gotin qedexe ne. Dê ev çêre jî biqede. Dê heywan an ji birçînan an jî ji nexweşînê bimirin. Dawî li qedexeya zozanan bînin. Ev heywan nanê me ne. Em jî û heywan jî per û perîşan bûn. Ma ne heyf û xebîneta evqas mirovî ye?"
‘TU TIŞT NEMA KU NEHAT SERÊ ME'
Şivanê biçûk Yilmaz Satici yê 13 salî, çavên wî tije bûn û got ku, wî bêriya Zozana Girdeholê kiriye. Satici, diyar kir ku ew nikarin ji çêreya ku ji gundê Qapûzanê kirê kirine wirdetir biçin û wiha axivî: "Keya got hûn nikarin biçin zozanan. Çima dewlet nafikire ku em ê çi bixwin û vexwin? Zarokatiya min di nav şer de derbas dibe. Gelo ma roj heye ku aştî bê? Tu tişt nema ku dewletê neanî serê me. Bi çewisandinî bi ser mirov û heywanan de diçe."