Li Êlihê biryareke emsalî: 'I love PKK' ne sûc e

ÊLIH - Dozgerê Komarê yê Êlihê bi hinceta li ser civaka medyayî nivîsa "I love PKK" parve kiribû, li H.A. doz hatibû. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê, bi sedema ev nivîs "şidetê teşwîq nake" H.A. beraet kir.

Li Tirkiyeyê, bi hezaran kes ji ber parvekirinên xwe yên civaka medyayî tên girtin. Lê li Êlihê dadgehê der barê parvekirina civaka medyayî ya welatiyekî de biryareke emsalî da. Welatiyê bi navê H.A. di 31'ê Tebaxa 2012'an de di hesabê xwe yê civaka medyayî de vîdeoya bi ser navê "Kerdogan Kurdisch halay PKK" parve kiribû û hat îdiakirin ku bi vê vîdeoyê "Propagandaya rêxistinê" kiriye. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, der barê vî welatiyî de bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê doz vekir.

Di beşeke vîdeoyê de nivîsa "I love PKK" derbas dibe û bi hinceta ku ev nivîs "Propagandaya rêxistinê" di xwe de dihebîne, H.A. bi awayekî negirtî hat darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin.

‘ŞIDETÊ TEŞWÎQ NAKE'

Heyeta dadgehê piştî danişînê biryara xwe daxuyand û bi hinceta "şidetê teşwîq û tehrîk nake" li gor madeya 223/2-a ya Qanûna Dadgeha Cezayê der barê H.A. de biryara beraetê da.

BIRYAR DI WESFA EMSALÎ DE YE

Parêzerê H.A., Devran Yildiz biryar nirxand. Yildiz, diyar kir ku biryara di warê azadiya ramanê de biryareke girîng e. Yildiz, dest nîşan kir ku ev biryar ji bo dosyeyên bi vî rengî emsalê teşkîl dike û di warê azadiya ramanê de biryareke girîng e.

Sonya Bayik - dihaber