Hêj bêhna cenazeyan ji jêrzemînên Cizîrê tê

ŞIRNEX - Hêj li jêrzemînên Cizîrê yên di qedexeyên derketina derve de bi dehan kes hatin şewitandin û kuştin bêhn jê tê. Tevî ku li jêrzemînan lêkolîn nehatiye kirin jî niha TOKÎ avahiyan çêdike. Bêhna ji jêrzemîna tê pirsa gelo li vir hêj cenaze hene tîne aqilan.

Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de, bi dehan mirov li jêrzemînan hatin şewitandin û kuştin. Herî dawî di 7'ê Hezîranê de li qada ku jêrzemîn lê bûn, cenazeyekî ku naylon lê hatibû pêçandin hat dîtin. Cenazeyê ku aîdî mêrekî bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li gel vê bêhna ku ji herêmê tê îhtimala ku li herêmê hîn jî cenaze hene xurtir dike. Karkerên ku li qada ku avahiyên TOKÎ'yê lê tên çêkirin dixebitin, ragihandin ku bi taybetî bêhn ji cihê ku jêrzemîna duyemîn lê ye tê.

PIŞTÎ KOLANÊ BÊHN ZÊDE BÛ

Karkeran, dest nîşan kir ku wan rayedaran agahdar kiriye, lê belê li qadê ji bo cenazeyan tu lêgerîn nehatine kirin. Karkeran got ku, dema ew nêzî jêrzemîna duyemîn dibin bêhneke giran tê û ji ber vê ew nikarin bixebitin. Karkeran, anî ziman ku dema wan bi kemçeyê hinekî kolaye, bêhn belav bûye.

HÎN JÎ 9 CENAZE NAHETINE DÎTIN

Her wiha berê parêzeran daxuyandibû ku, cenazeyê 9 kesên ku li qada ku jêrzemîn lê ne asê mabûn hîn jî nehatine dîtin. Malbatan gelek caran nimûneya xwînê dabû, lê dîsa cenaze nehatin dîtin û tê texmînkirin ku cenaze li qada ku moloz lê ne.