Roboskîyî: Em dest ji edaletê bernadin

ŞIRNEX - Malbatên Roboskê astengkirina çalakiyên xwe şermezar kirin û wiha gotin: "Ji bo rawestandina vê neheqî û zilma evqasî dijwar û giran, em ê tim daxuyaniyê bidin û lêgerîna edaletê berdewam bikin."

Malbatên 34 welatiyên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li Gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin, her hefte li ser gorên xizmên xwe bi daxwaza edaletê daxuyaniyê didin. Malbatan di hefteya 284'emîn de jî xwestin ku daxuyaniyê bidin, lê Waliyê Şirnexê daxuyaniya wan asteng kir. Malbatan, dest nîşan kir ku leşkeran bi copan êrîşî wan kiriye. Malbatan got ku, heta kiryar neyên darizandin ew ê bitêkoşin.

‘DAXUYANIYA ME JÎ TEHAMUL NAKIN'

Zekî Tosûn ê ku di komkujiyê de kurê wî Mehmet Alî Tosûn mir, got ku êdî çalakiya wan a bîranînê ku her hefte li dar dixin jî tehemûl nakin. Tosûn, da zanîn ku bi leşkerên ku ji navenda navçeyê hatine goristan hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Heke tu li welatekî demokratîk dijî, nexwe her kes dikare çalakiya xwe li dar bixe. Dewlet daxuyaniya me jî tehamûl nake."

‘EM DIXWAZIN EDALET BÊ PEYDEKIRIN'

Tosûn, anî ziman ku tê xwestin ku bi çalakiyên bi vî rengî komkujiya Roboskiyê bê jibîrkirin û wiha got: "Dixwazin wek tiştek nebûbe em tevbigerin. Dixwazin em bi muameleyeke wek ku ji ber nexweşînekê an jî qeyrana dilî jiyana xwe ji dest dane, nêzî kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibin. Lê belê, nemumkun e ku em vê yekê qebûl bikin." Tosûn, diyar kir ku tenê ji bo kiryar bên dîtin û edalet bê peydekirin ew hewl didin û wiha got: "Li holê tu tişt tune ye, lê parlementerên me û mirovên me digirin. Lê kesên ku 34 kes kuştin hîn jî li derve ne. Heta em sax bin em ê şopdarê vê dozê bin."

‘KESÊN ZAROKÊN ME KUŞTIN XELAT KIRIN'

Leyla Encu, dayika Şervan Encu, bi bîr xist ku 6 sal di ser re derbas bûye, lê hîn jî kiryar nehatine darizandin. Encu, xwest ku ji dêvla astengkirina daxuyaniya wan bila kiryarên komkujiyê bên dîtin. Dayik Encu wiha axivî: "Zarokên me yên biçûk kuştin. Gelek jê xwendekar bûn. Me gelek israr kir, lê hîn jî kes nehatiye darizandin. Carinan dixwazin li FETO'yiyan bar bikin. Kesên zarokên me kuştin xelat kirin. Em ê dev ji vê yekê bernedin."

‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN'

Hazal Encu jî, anî ziman ku ew her hefte li ser gorên zarokên xwe doza edaletê dikin, lê belê dewlet ji daxuyaniya wan jî ditirse. Encu wiha bertek nîşan da: "Ev 6 sal in me ne dawetek û ne jî şahiyek li dar xistiye. Daxuyaniya me ya ku em ji bo edaletê didin jî asteng kirin. Zilm û neheqiyê dikin. Ji daxuyaniyên me jî ditirsin. Ji bo rawestandina vê neheqî û zilma evqasî dijwar û giran, em ê tim daxuyaniyê bidin."