Şaredariya AKP'î ji bo rantê destûr dide talankirina dîrokê

RIHA- Li Rihayê, Hemama Wezîr a 314 salan şahidiya dîrokê kiriye, piştî hat nûkirin pêşkêşî rantê kirin. Kargerekî beşek li avahiyê zêde kir û qada rantê mezin kir. Lê şaredariya AKP'î ya Rihayê çavê xwe ji vê rantê re digire.

Hemama Wezîrê ya ku li Taxa Yûsûf Paşa ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê ye, bi piştevaniya Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê hat restorekirin. Piştî hat restorekirin, ji aliyê Weqfa Mizgefta Yûsûf Paşa wek mala mêvanan ket fealiyetê. Lê belê, fîrmaya ku kargeriya hemamê wergirt qîma xwe bi weziyeta heyî ya hemama dîrokî neanî û hin pêvek li avahiya dîrokî zêde kirin. Ji ber ku bi vî awayî avahiya dîrokî ji esl û feslê xwe hatiye dûrxistin, desteyên parastinê li dijî vê derketin. Lê belê, hat îdiakirin ku karger nêzî AKP'ê ye û ji ber vê yekê şaredariya AKP'î mudaxileyî karger nekiriye û pêvekên qaçax nehatine rûxandin.

Li gor agahiyên bi dest ketin, Gerînendetiya Şaxa Buroya Parastin, Sepandin û Venêrînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê (KUDEB) û Desteya Parastina Mîrateya Dîrok û Çandê, fermana rûxandina pêvekên qaçax ragihandiye Şaredariya Eyyubiyeyê. Lê belê, hat hînbûn ku Şaredariya Eyyubiyeyê li hemberî van biryaran xwe li nedîtin û nebihîstinê daniye û rûxandin pêk neaniye.

Têkildarî pêvekên qaçaxî me bi rayedarê Şaredariya Bajarê Mezin re hevdîtin çêkir. Rayedar, anî ziman ku wan biryara rûxandinê ya KUDEB û desteya parastinê ragihandiye Şaredariya Eyyubiyeyê. Rayedar, diyar kir ku pişt re encûmenên Şaredariya Eyyubiyeyê ji bo vê biryarê rûniştine û ji bo şevnişîn bê rûxandin ferman dane.

Me ev îdia ji Yekeya Şevnîşînê ya Şaredariya Eyyubiyeyê jî pirsîn. Yekeya Şevnişînê îdia piştrast kirin û got ku ev mijar mijareke ku rûxandineke teknîkî divê û ji bo vê wan xebatkarên ku rûxandinê pêk bînin peyda nekiriye.