RIHA - Yek ji taxên ewil ên Reqayê ku hatin azadkirin Taxa Sebahiyê ye. Malbata ku ji ber hovîtî û zilma DAIŞ'ê ken û bişirîn ji bîr kiribûn, bi mertala parastinê ya QSD'ê careke din ew bişîrîna hatibû jibîrkirin lê ruyê wan peyda bû.
Operasyona azadkirina Reqayê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi navê "Şerê Mezin" dan destpêkirin, di roja 6'emîn de bi pevçûnên dijwar didome. Di operasyonê de DAIŞ zêde nikare xwe li ber hêza QSD'ê ragire. Vegotinên Almada ya ku li dayika xwe ya nexweş Lama û kurê xwe yê biçûk û keça xwe Eyşanê dinihêre, zilma DAIŞ'ê ya li Taxa Sebahiyê (li rojavayê bajêr e) ye didin der.
MERTALA PARASTINÊ YA QSD'Ê
Li Taxa Sebahiyê, ji bo pevçûnên dijwar zirarê nedin sivîlan, QSD wan neqlî qadên ewle dike. Yek ji van malbatan jî malbata Almada ye. Almada û malbata wê ji ber Lamaya nexweş, li mala ku lê ne tên parastin. 5 şervanên QSD'ê 24 saetan vê malbata ereb diparêzin. Vê malbata ku ev demeke dirêj e ken û bişîrîn ji bîr kiriye, bi saya QSD'ê êdî ji nû ve dikene. Almada bi gotina "Jiyan nemabû" dest bi vegotina serdema DAIŞ'ê kir. Almada, got ku malên reqayiyan kavil bûne û her wiha zilm û çewisandinên li ser jinan jî bi van gotinan ragihandin: "Bêyî mêr me nikaribû derkeve derve. Destûr nedihat dayîn ku em biçin ser bijîşkên mêr. Teqez diviya ku bijîşk jin bûna."
DÎSA DIKENIN
Almada, anî ziman ku dema DAIŞ ketiye bajarê wan û Tedmûrayê (Palmîra) gotine "Em hatine we ji rejîmê xelas bikin" û bi vî awayî dagirkerî li wan ferz kiriye. Almada wiha got: "Lê belê, malên me bi serê me de rûxandin. Êdî zarokên me bi şev ranediketin. Ji dibistanên xwe bûn. Ma kar ma ku hevjînê min bixebite û pereyan bîne malê."
Almada û malbata wê, bi hatina QSD'ê re êdî li nêvengeke ewle ne û wê bişîrîna ku demeke dirêj bû ji bîr kiribûn, êdî ji nû ve li rûyê wan peyda dibe.