Di doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de dê qaymeqam û dozgerê demê bên guhdarkirin

SEMSÛR - Di doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de fermandarê cendirmeyan a wê demê bersûc Mehmet Tîre îdia kir ku agahiya wî ji kesên hatine windakirin tuneye, heyeta dadgehê biryara guhdarkirina qaymeqam û dozgerê wê demê da.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 29'ê cotmeha 1995- 8'ê adara 1996'an de kesên bi navê Seyhan Dogan (14), Abdurrahman Olcay (20), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Coşkun (21), Nedîm Akyon (16), Hîkmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û Davut Altinkaynak'ın (13) ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn binçavkirin û kuştin, piştre jî çawişê pispor ê bi navê Bîlal Batir bi îdiaya ku agahî daye malbatan hatibû kuştin. Têkîldarî bûyerê doza bi navê JÎTEM a Kerboranê ya ji 18 kesan hate vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Semsûrê hat dîtin. Di dozê de malbat û parêzer amade bûn. Bersûc Mehmet Tîra li Dadgeha Cezeya Giran a Bodrumê bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû û îfadeya wî hat girtin.

Tîre di îfadeya xwe de got ku dema bûyer pêk hatiye li Kerboranê nebûye, di 3'yê mijdarê de birîndar bûye ji ber ku dihat dermankirin çûye desturê û heta 17'ê adarê jî li Bodrumê maye. Di nava vî demê de qet neçûye Kerboranê. Piştî ku heyetê pirsa kesên ku hatine kuştin nas dike yan na, Tîre got ku tenê Bîlal Batir nas dike û sûcdarkirinên heyê red kir.

Tîre anî ziman ku di 17ê adarê de çûye Kerboranê û têkîldarî bûyerê ji xebatkarên fermandariya cendirmeyan Haydar Topçam, Kerîm Şahîn û Mahmut Yilmaz hevdîtin pêk aniye û wiha got: "Min pirta bûyerekî bi vî rengî qewimiye yan na li wan pirsî. Lê ji min re gotin binçavkirin çênebûye. Dema ku hûn qala wî dikin li başûrêrojhilat herî zêde bûyerên terorê hebûn. Li ser giliyên ku dihatin me jî têkîldarî kesên hatine windakirin lêkolîna berfireh kir. Jixwe li navçeyê her roj şer hebû. Lê di encama lêkolînan de me tiştek bi dest nexist."

BINÇAVKIRIN HEYE AGAHIYA WÎ TUNEYE

Parêzer Erdal Kuzu pirsa rapora MÎT'ê ya têkîldarî binçavkirina 15 kesan pirsî li ser vê Tîre bersiva "Di 29'ê cotmehê de di bûyera kuştina 2 mamosteyan de ji aliyê MÎT'ê ve di rapora hatiye amadekirin de qala binçavkirina 15 kesan tê kirin lê ji ber ku ez wê demê birîndar bûm ne li Kerboranê bû. Ji ber vê yekê jî agahiya min ji binçavkirinan tuneye" da.

'KURÊ MIN AV XWEST NEDA'

Piştî îfadeya Tîre şahid hatin guhdarkirin. Şahidan anîn ziman ku leşker û cerdevanan bi ser malên wan de girtine û daxwaza edelatê kirin. Ji şahidan dayika Davut Atinkaynak, Hayat Altinkaynak diyar kir ku bi kurê xwe re ew birine qereqolê 3 rojan di bin çavan de maye, li qereqolê kurê wê ji destan daliqandibûn, kurê wê av xwestiye lê av nedan wî, piştî wê rojê jî kurê xwe nedîtiye.

'TÎRE GEF LI BAVÊ MIN XWAR'

Birayê Hîkmet Kaya, Abdulkerîm Kaya yê li dadgehê amade bû jî diyar kir ku wê demê leşker bûye û wiha axivî: "Dema ku ez ji bo desturê hatibûn ji ber ku bavê min daxwazname dabû dozgeriyê ez jî bi wî re çûbûm. Li derve bûm. Li cem dozger Mehmet Tîre jî hebû. Gotina 'heke tu careke din daxwazname binivîsînî ez ê te jî bişînm cem kurê te' gef li bavê min xwar, min ev bihist. Ez dixwazim ev xal jî derbasî girtekan be."

Daxwaza bi girtî darizandina bersûcan a ku parêzer Kuzu kir ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Dadgehê biryara berdewamkirina şerta kontrola adlî ya der barê bersûcan de da û bi SEGBÎS'ê ve guhdarkirina Adem Kul ê dozgerê demê bû û Talîp Yel ê qaymeqamê demê bû da û doz taloqê 13'ê adara 2017'an kir.