Baskin Oran: Ma rojnamger û parlementer li bin pirê radizên?

ENQERE - Prof. Dr. Baskin Oran, diyar kir ku yeko yeko berdana zavayan bi xwe re hesta raperînê zexim dike û wiha got: "Newêrin dest bidin lingê siyasî yê darbeyê." Oran, li hemberî berdana zavayan a bi hinceta "xwediyê rûniştgehê" ne jî wiha bertek nîşan da: "Ma rojnamger û parlementerên girtî li bin pirê dimînin?"

Bi hezaran kes belaheq û belasebeb di girtîgehê ne. Lê zavayên ku bi hinceta darbeyê tên girtin, yeko yeko tên berdan. Nerazîbûnên li hemberî vê yekê didomin. Piştî ku zavayê Kadîr Topbaş bi hinceta "pirsgirêkên tenduristiyê" hat berdan, zavayê Bulent Arinç jî piştî hat girtin bi 4 rojan şûnde bi hinceta "xwediyê rûniştgehê" ye hat berdan. Heta niha ji hêla AKP'ê ve der barê vê mijarê de tu daxuyanî nehatine dayîn.

‘NEWÊRIN DEST BIDIN LINGÊ SIYASÎ YÊ DARBEYÊ'

Prof. Dr. Baskin Oran, diyar kir ku di bin vî karê berdana zavayan de rewşa "ku naxwazin dest bidin lingê siyasî yê darbeyê" heye. Oran pirsa "Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne, çima zava tên berdan?" wiha bersivand: "Bersiva vê pirsê diyar e û her kes bîra vê dibe. Tirsa ku dê di nav partiyê de raperîn çêbibe, newêrin dest bidin lingê siyasî yê darbeyê." Oran, got ku êdî rewş hatiye wê astê ku nikarin ji binî derkevin. Oran wiha axivî: "Dê ev rewş wisa nemeşe. Du gunehkar dîtine. Yek Fethûllah e û yê din teror e. Dixwazin bi vî awayî bi rê ve bibin. Makîne dinalîne. Dibêje 'Tahbê nebîne kaptan, ez nikarim biçim'."

HESTA RAPERÎNÊ ZEXIM DIBE

Oran, diyar kir ku rojnamger, parlementer û gelek mirov tên girtin, lê zava yeko yeko tên berdan. Oran, got ku li hemberî vê yekê hesta raperînê zexim dibe. Oran pirsa "Ma dê mirov li hemberî vê rewşê serî ranekin?" wiha bersivand:

‘MA PARLEMENTER, ROJNAMEGER DI BIN PIRÊ DE DIMÎNIN?'

“Helbet dê rakin. Lê hem atmosfereke zaf tirsnak heye, hem jî her hal hîn kêr negihaştiye hestî, li ser kerînekê ye. Dê ev wisa bi rê ve neçe. Tu mamsoteyan, rojnamegeran, filan û bêvanan digirî, birçî dihêlî. Di hevpeyvîna Ayşe Armanê de Mîrgun Cabas vê yekê pir baş vegotiye: 'Ev şert û merc ne ku min betal hiştiye, min bê pîşe hiştin. Betalî, tê wateya îhtimala ku tu li derekî din jî kar bikî. Lê îro ev îhtimal tune ye.' Ev gotin wecîze ne; çimkî kokoreçfiroş jî newêre ku karekî bide te. Wek rejîma 'Birayê Mezin' a ku Orwell di romana xwe ya 1984'an de vegotiye; dê her tişt daxilî min bibe. Yanî bi mînakeke hêsan em bibêjin; rewşa Okan Bayulgen ê ku ne xwedî bîrdoziyekê.

DI KÎJAN OLÊ DE EV TIŞTE HEYE?

Paşê dema zavayê yekî di asta jor de tê girtin, piştî 3 rojan tu wî berdidî. Bi kîjan hincetê tê berdan? Rûniştgehên wan hene. Mesela xebatkarên Rojnameya Cûmhûriyetê, rojnameger, parlementerên HDP'î... ma ev li kuçeyan radizên, ma li bin piran radizên? Ma rûniştgeha vana tune ye? Bi deh hezaran mirov terkî birçîbûnê hatine kirin. Bêyî îspat, bêyî delîl, heta bêyî sûc... Beriya her tiştî, ev tişt di kîjan ol û îmanê de heye. Cihê meraqeke mezin e."

Kenan Kirkaya - dihaber