Di rawestgehê de bi derbkirinê hat binçavkirin

AMED - Li navçeya Rezan tîmên taybet li rawestgeha otobusan jinek bi derbkirinê bin çav kirin.

Li Amedê jinek dema ku li rawestgeha otobusê li benda wesayîtê bû ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin. Li cadeya Emekê ya navçeya Rezan di bûyera saetên nîvro qewimî de li gorê şahidên bûyerê tîmên taybet bi wesayîtekî zirxî hatin cem jina porjer a nasnameya wê nehat hînbûn ewil du caran gule berdan hewa. Tîmên taybet piştre jî jin bi derbkirinê bin çav kirin. Jina ku li wesayîta zirxî siwar kirin ji cihê bûyerê birin. Nehat hînbûn ku jina hate binçavkirin birin kû derê.

Hate hînbûn ku polîsan beriya binçavkirinê cade li trafîkê re girtine.