Karikaturistê name ji Demîrtaş re nivîsand 10 meh ceza xwar

SEMSÛN - Karîkaturist Melih Guler ê name ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re şand rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat.

Karikaturist Melih Gurler ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê girtî ye, ji ber name ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re name şand, rastî 10 meh cezayê girtîgehêhat. Ji ber name ji Demîrtaş re nivîsand bi hinceta di naveroka nameyêde heqaret li Wezîrê Dadê kiriye doz lê hat vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Asliye Ceza hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de li Gurler 10 meh cezayê girtîgehê birî.

Heyete dîsa biryar da ku Gurler 11 TL heqê lêçûna darazê bide û hezar û 980 tl bide parêzerê wezîr Bozdag.