Leşkerên li Tendurekê derketin operasyonê paşde vegeriyan

AGIRÎ - Leşkerên duh li zozanên Gurd ên Çiyayê Tendurekê derketin operasyonê paşde vegeriyan.

Duh di saetên şevê de gelek wesayîtên zirxî û leşker sewî Zozanên Gurd ên Çiyayê Tendurekê ya gundê Taşkesen a Giyadîna Agiriyê hatin kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin leşkerên derketine operasyonê paşde vegeriyane. Hat diyarkirin ku li herêma ku tu şer derketî de leşkerên di saetên serê sibê de paşde vegeriyan derbasî navçeya Giyadînê bûn.