Hevşaredara Rêya Armûşê hat binçavkirin

WAN - Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Beritan Tayan ku qeyûm tayînî şûna wê kiribûn û Hevseroka DBP'ê ya Rêya Armûşê Rojbin Bor hatin binçavkirin.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di 11'ê Îlonê de qeyûm hatibû tayînkirin û hevşaredarên Rêya Armûşê ji peyvirê hatibûn girtin. Niha jî Hevşaredara
Rêya Armûşê ya Wanê Beritan Tayan ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û Hevseroka DBP'ê ya Rêya Armûşê Rojbin Bor hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Tayan û Bor de girtin û ew ji malê binçavkirin. Tayan û Bor ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.