Botan: dermanê faşîzmê HDP ye

EDENE - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan di kongreya HDP'ê ya navçeya Ceyhanê de, diyar kir ku ew li dijî feraseta faşizmê têdikoşin û dermanê herî baş HDP ye.

Rêxistina HDP'ê ya Ceyhanê 2.'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li salona Dawetê ya Tuncer Karabay pêk ankî. Salona kongreyê bi alên HDP'ê hatin xemilandin. Li salona kongreyê pankartên "Ji înadê re wekhevî" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Lezgin Botan, dayik û bavên Hevseroka HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag û gelek kesên din li salonê amade bûn. Di kongreyê de Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Kamuran Sagat û Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz, axaftin kirin û diyar kirin ku ew de têkoşîna xwe mezintir bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan jî diyar kir ku HDP li dijî faşîzmê têdikoşe û dermanê faşîzmê HDP ye.

Piştî axaftinan û xwendina raporan ji bo hevserokên HDP'ê ya Ceyhanrê Zohre Toprak Yildiz û Salih Demir hatin hilbijartin.