Di êrîşa barageha leşkeran de 6 leşker birîndar bûn

COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî barageha leşkeran êrîş pêk hat. Di êrîşa bi çekên giran de 6 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî barageha leşkerî êrîşa bi çekên giran pêk hat. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li herêma Çiyayê Guvenê û Serî Ertuşê li dijî baragehên leşkerî êrîşên bi roket û hawan pêk hatiye. Di êrîşê de herî kêm 6 leşker birîndar bûne. Hat zanîn ku leşkerên birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneyên derdorê.

2 roj berê jî li haman herêmê êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de helîkoptera skorsky hatibû xistin û nêzî 14 leşker birîndar bûbûn.