ENQERE - Nûnerê DÎHA’yê yê Enqereyê Kenan Kirkaya di merasîma salvegera avakirina Rojnameya Evrenselê de axivî û wiha got: “Gelek rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê hatine girtin. Ligel zext, sansür û girtinan jî çapemeniya azad riya xwe didomîne.”
Rojnameger di 23’yemîn Salvegera avakirina Rojnameya Evrenselê de li Enqereyê hatin cem hev. Di hevdîtina bi taştê de guftegoyek ku rojnameger tevlî bûn hat lidarxistin. Di guftegoyê de Nûnerê Evrenselê yê Enqereyê Cem Gurbetoglu, Nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hatiye girtin Kenan Kirkaya, Nûnerê rojnameya Bîrgun ê Enqereyê Yaşar Aydin û ji rojnameya Cumhuriyetê Sînan Tartanoglu, xebatên rojnamegeriyê yên li Tirkiyeyê nirxandin.
‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJANEMGERAN ZÊDE BÛNE’
Nûnerê Evrenselê yê Enqereyê Cem Gurbetoglu, diyar kir ku di dema rojname hat avakirin de Metîn Goktepe hat qetilkirin û wiha got: “Êrîşên li dijî rojname û rojnamegeran li gorî berê zêdetir bûne.”
Nûnerê rojnameya Bîrgun ê Enqereyê Yaşar Aydin, da zanîn ku rojnameya Evrenselê serkeftinek girîng bi dest xistiye û wiha pêde çû: “Tişta bû sedem ku ez rojnamegeriyê bikin û biryar bidim qetilkirina Metîn Goktepe bû. Ji wê dîrokê heta niha ez hewl didin rojnamegeriyê bikim. Em hemû bi hevre van zext û zehmetiyan dijîn.”
Ji rojnameya Cumhuriyetê Sînan Tartanoglu, anî ziman ku OHAL di nava civakê de pir xirap tê hîskirin û wiha domand: “Ji Cumhuriyetê 13 hevalên me girtîne. Hevalên me dema ketin girtîgehê piştî 9 mehan dê derbikevin pêşberî dadgehê. Tenê qezenca hevalên me ya hiqûqî dîtina dadgehere.”
Nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hatiye girtin ê Enqereyê Kenan Kirkaya jî derbarê nûçegihanên DÎHA’yê yên hatine girtin agahî da û wiha axivî: “Gelek hevalên me ji ber xebatên rojnamegeriyê niha di girtîgehê de ne. Midûrê Nûçeyan ê ajansa me Omer Çelîk û nûçegihanê me Nedîm Turfent ku 22 sal ceza jê re tê xwestin tenê du mînakin. Ji bo me her roj OHAL bû. Wekî çapemeniya azad her roj ji bo me OHAL bû lê em li dijî vê tucaran bêhêvî nebûn. Berovajî wê me di her tiştê jiya de serkeftin bi dest xist. Çapemeniya kurd ligel sansür, zext û girtinan jî weşana xwe didomîne û riya xwe berdewam dike.”