Li Çiyayê Şînê 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn

COLEMÊRG - Li gorî malperên ajansên herêmî li Çiyayê Şînê di navbera leşkerên TSK'ê û PKK'ê de şerekî dijwar rû daye. Hat diyarkirin ku di şer de 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Hakkari Objektif Haber hat diyar kirin ku li Çiyayê Şînê di navbera leşkerên TSK'ê û PKK'ê de şerekî dijwar rû daye. Hat diyarkirin ku di şer de 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn. Hat zanîn ku li herêmê liv û tevgera hewayî berdewam dike. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.