MÊRDÎN - Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê di kongreya rêxistina partiya wan a Şemrexê de axivî û destnîşan kir ku kiryarên salên niha salên 1915’an tîne bîra mirovan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 2’emîn Kongeya xwe ya Asayî li dar xist. Parlementerê HDP yê Mêrdînê Mîthat Sancar, gelek rêveber û endamên partiyê û gelek kes beşdarî kongreyê bû. Piştî xwendina raporên malî û rêzgirtinê parlementer Sancar axivî. Sancar destnîşan kir ku ew di wexteke çewisandin derktiye lûtkeya jor de xebat dimeşînin. Sancar diyar kir ku salên niha salên salî 1915’an tîne bîra mirovan û ev nirxandin kirin: “Rêveberiyek ku tu zagonan nas nake heye. Astengiya herî mezin a li hember vê rêveberiyê hûn in. Lewma jî em digirin û ji wekîltiyê dixin. Lê em ê mirasê berxwedanê yê vê partiyê biparêzin. Hemû li heberî kurdan bûne yek û êrîşî me kirin. Ji bo vê jî divê me bi gelê xwe re bibin yek.”
Piştî axaftina Sancar hilbijartina rêveberiya nû hat kirin.