REQQA - Li Sebahiyê ku yekemîn hemla rizgarkirina Reqqayê bû, xirabeyên bajar, jinên kal ên ku çarika reş li ser xwe diavêjin û natirsin û kenê zarokan dikevin ber dîmenên kameraya me.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li dijî Reqqayê operasyona bi navê “Cenga Mezin” dan destpêkirin taxa Sebahiyê ya li rojavayê bajare li DAÎŞ’ê rizgar kirin. Dîmenên yekemîn ên ji taxê ketin ber kamereya me. Xirabeyên ji şer mane, lêgerîna jina kal a ji dîlgirtina 4 salan rizgar bûye ya ji bo pêwîstiyan û eleqeya zarokan a ligel şervanan dikevin ber dîmenên kamereya me.
JINA KAL ÊDÎ NATIRSE
Ligel ku riya gola li nava taxê re derbas dibe hatibe xirakirin jî herîkîna avê didome. Jina ku xirabe riya wê dirêj dike, çarika reş a ku DAÎŞ’ê bi zorê li wan dike ji ser xwe avêtiye û bi cilên xwe yê renga reng bêyî tirs ber bi şevanan ve dimeşe.
ZAROK DIKENIN
Li kolanê zarokekî 6-7 salî û zarokekî din ê 4-5 salî yê bi cilê şîn bi kenê li ser lêvên xwe digerin û pêşeroja ronî ya bajar didin xuyakirin. Zarokê cil şîn ê bi ramûsa şervanan keyfxwetir dibe li ser gotina “çawayî” bi rûyê xwe dirêjkirinê bersiv dide.
GEL LI CEM HEVIN
Şervanê QSD’ê Mazlum Tiltemîr ê ji kurdên Tiltemîrê ye û bi şervanên ereb, suryanî, tirkmen, ermenî kurd û enternasyonalîst tevlî operasyonê bûye diyar kir ku 3 sale li dijî DAÎŞ’ê şer dike. Tiltemîr, da zanîn ku ew ji bo rizgarkirina Reqqayê hatine, bêyî rawestan pêşde diçin û wiha got: “Operasyon bi serkeftî berdewam dike. Em hinek din nêzî navend û sûka bajarin. Em bi moralek mezin pêşde diçin. Çete li pêşberî me xwe nagirin. Paşde direvin bi dombe û suîqastan hewl didin êrîşî me bikin. Di operasyonê de ereb, tirkmen, kurd, ermenî, sûryanî û dostên me hene. Em birane, em bi hev re axa xwe diparêzin û em ê bi hevre ava bikin û jiyanê ava bikin.”
Erdogan Altan - dihaber