WAN - Şaredariya Şaxê ya DBP'ê Pira Geliyê Koruklu ava kir, qeyûmê AKP'î jî xera kir.
Şaredariya Şaxê ya Wanê ya DBP'î sala par li ser Çemê Şaxê Pira Geliyê Koruklu ava kir. Piştî DBP'ê pir ava kir, Qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin jî pir xera kir. Pir bi fermana Qeyûm Hacı Asım Akgul hat xerakriin. Qeyûmê bi hinceta dê PKK li vir derbas bibin pira herêmê xera kir.
DBP'ê pir bi 450 hezar TL ava kiribû.