ŞIRNEX - PKK'îyan li dijî baregeha Fermandariya Tabura Seslîce ya Şirnexê bi roketan êrîş pêk anîn.
Li dijî baregeha Fermandariya Tabura Seslîce ya Şirnexê ya li peravên Çiyayê Kupeliye êrîşa bi roket pêk hat. Hat diyarkirin ku guleya roket li dîwarê avahiyê ketiye û şerek dem kurt qewimiye. Derbarê şer de kesên jiyana xwe ji dest dane yan na hêj tu agahî ne hatin bidestxistin.
Li herêmê bi tevlîbûna gelek leşker û cerdevanan operasyon hat destpêkirin.