Şaredarê Antalyayê Turel wekî şewirmendê qayûmê Şaredariya Şirnexê hat tayînkirin

ANTALYA - Bi biryara Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Menderes Turel wekî şewirmendê qeyûmê Şaredariya Şirnexê hat tayînkirin.

Wezareta Karên Hundir bi biryarekî nû ji bo qayûmên ku tayînê şaredariyên DBP'î hatine kirin ji bajarên din şewirmend tayîn dike. Di vî çarçoveyê de, Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Menderes Turel wekî şewirmendê qeyûmê Şaredariya Şirnexê hat tayînkirin.