Ji ber projeya park çandiniya daran rastî lêpirsînê hatin

WAN - Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li 70 emdamên Meclîsa Şaredariya Wanê, ji ber piştî erdheja 2011'an qadên vala kirin park û dar çandin, der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.

Li Wanê di 23'ê Cotmeha 2011'an de erdhej pêk hat û bi hezaran avahî xera bûn. Di nava avahiyan de Nexweşxaneya Tipê ya Lêkolînê ya Wanê, Nexweşxaneya Dewletê û gelek avahiyên leşkeran jî zerar dîtin. Avahiyên ku zerar dîtin piştre hatin xerakirin. Piştî avahî hatin xerakirin û şûna wan vala ma, Meclîsa Şaredariya Bajar a Wanê ku wê demê di destê BDP'ê de bû, biryar dan ku van qadên vala bikin park û dar çandin. Ji ber vê biryarê bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu doz hat vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Wanê Prz. Abdulbasit Bildirici, diyar kir ku bi ferman û destûra Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 20.09.2016'an de bi biryara 2016/493 der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Bildirici, bilev kir ku wezaretê bi hinceta "Peywira xwe xerab bikar anîne" û “Qada aydî cemaweriyê li dijî erka xwe planên wê guhertine" lêpirsîn hatiye vekirin.

Bildirici, anî ziman ku piştî lêpirsîn li wan hat vekirin di nava 10 rojan de îtiraz kirin û wiha got: "Wan navenda erdhejê bû. Di erdhejê de avahiyên cemaweriyê jî xera bûn. Me ji weki meclîsa şaredariyê li cihê ku xera bûn û ciwê wan vala ma, me biryar da ku bikin park. Qada Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya tipê 27 donum bû. Me ev der jî kir park. Me xwest vir park be û qada dar û ber be. Qada leşkeriyê derxistin dervê bajar. Piştî cihê leşkeriyê vala ma, me plan kir ku vir jî bikin park. 20-30 donum bû. Lê piştî qeyûm hat ev plan tev guhertin.
Me bi 70 kesan biryar girt. Lê niha bi 4 kesan biryarê digirin û planê diguherînin. Lê tu kes ji ber 4 kes biryarê digirin der barê wan de lêpirsîn venakin.

GEL EM HILBIJARTIN

Bîldîrîcî, destnîşan kir ku berpirsiyariya Wanê ji wan tê xwestin û wiha got: "Em berpirsiyarê vî bajarî ne. Divê em rol, misyon û vîzyona wî biparêzin û pêş bixin. Ji ber ku gel di rêveberiyên herêmî de em hilbijartin. Me di nava 10 rojan de îtîraz kir. Em li benda encama îtîrazê ne.