ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Pişeaziyê ya Meclîsa Tirkiyeyê yê CHP'î Tacettîn Bayir, diyar kir ku divê der barê pêşnûmeya zeytûnan de Komîsyona Çandiniyê binirxîne û wiha got: "Cara 7’emîn tinin rojeva meclîsê û dixwazin vê pêşnûneyê di meclîsê re derbas bikin. Kî zorê li we dike?. Pêşnûmeya ku 6 caran hat redkirin hûn çima israr dikin? Ger ku ev keştî nokî avê bibe hûn dê tev biçin."
AKP'ê pêşnûmeya der barê baxçeyên zeytûnan de 6 carin anî rojeva meclîsê û paşve hat kişandin. AKP cara 7'emîn pêşnûmeyê tîne rojeva meclîsê. Piştî pêşnûme li meclîsê hat qebûlkirin kişandin komîsyonê. Ger ku ev pêşnûme bê qebûlkirin baxçe û qadên zeytûnan dê ji îmar û pîşesaziyê re bê vekerin û deriyê birîna daran tê vekirin. Pêşnûmeya “Paketa Reforma Hilberînê" dê di nava hefteyê de disa bînin Komîsyona Pîşesaziyê ya Meclîsê. Endamê Komîsyona Pişesaziyê ya Meclîsa Tirkiyeyê yê CHP'î Tacettîn Bayir, diyar kir ku divê der barê pêşnûmeya zeytûnan de Komîsyona Çandiniyê binirxîne û wiha got: "Cara 7’emîn tinin rojeva meclîsê û dixwazin vê pêşnûneyê di meclîsê re derbas bikin. Kî zorê li we dike. Pêşnûmeya ku 6 caran hat redkirin hûn çima israr dikin? Ger ku ev keştî nokî avê bibe hûn dê tev biçin."
QADÊN ZEYTÛNAN Û MÊRG WEZARETA ÇANDINIYÊ ELEQEDER DIKE
Bayir, destnîşan kir ku qatên zeytûnan û mêrg Wezareta Çandiniyê eleqeder dike û wiha got: "Di nava vê pakêtê de 79 xal hene. Pakêtek tev li hev e. Xalên girêdayî pişesazî, çandinî û perwerdehiyê hene. Mixabin em her diştî ithal dikin. Mixabin êdî em îxracat nakin û bi xwe çênakin. Bi rastî pêdivî bi Pakêta Reforma Hilberînê heye. Lê navê vê pakêtê û naveroka wê ne yek e. Her tişt kom kirine û xistine nava vê pakêtê. Ev pakêt 6 caran hat rojeva komîsyonê û hat redkirin. Niha cara 7’an ev pakêt tê rojeva komîsyonê. Em dipirsin çima hûn israr dikin û kî zorê li we dike. Ez bawer dikim hêzek li pişt vê xalê pîşesaz in. Dîsa hêza madenkaran e. Xuya ye ku hin kesan ev yek bere plan kiriye. Hêza ku dixwaze zeytûnan ji qada zeytûnan derxe neye."
Bayir, helwesta Serokwezîr Binali Yildirim jî rexne kir û wiha got: "Yildirim got 'Tezîs girîngin ango zeytûn?' Disa Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê got 'Ma em fabrîqeyan li hewa ava bikin'. Ev helwestek şaş e. Ne pêwiste ji bo pîşesaziyê qadên zeytûnan tune bikin. Em dibêjin pirsgirêka cih tune. Bila hem zeytûn hebin û hem jî tesis hebin. Ji bo avakirina tesizan ne pêwiste qadên zeytûnan tune bikin. Herema Pîşesaiya Organîze ya Alîaga ji sedî 70, Herêma Pîşesaziya Plastik a Menemenê ji sedî 90, Herêma Kemelpaşa ji sedî 20, Herêmên Pîşesaziyê yên Tîre û Torbalî hêj tev vala ne. Ger ku pirsgirêka cih hebe bila bê em nîşani wan bidin. Di Kurana pîroz de jî zeytûn wekî nebatê piroz tê zanîn. Ger ku tu îro ji bo tesîsan zeytûnan tune bike tu dê sibê ji bo tesîsan darên çaman jî tune bike.
MEJIYAN TEV LI HEV DIKIN
Bayir, bibîr xist ku wekî pakêta peşnûmeye paşve kişandibin aqilekî ava dikin û bi vî aqilî rastiyan şolî û tev li hev dikin. Bayir xwest hilberinerê zaytûnan vê mijarê ji nêzîk ve bişopîne û lê xwedî derkeve. Niha 15 endamên Komîsyonê yên AKP’ê ne û 10 endamên komîsyonê jî yên muxalif in.
Em hemû di heman keştiyê dene. Ger ku keşti noqî ava bîbe em dê tev noqî avê bibin û bifetisin.