Gelê Licê 50 rojên 2017'an bi qedexeyan derbas kir

AMED - Gelê Lîcê di 5 meh û 10 rojên 2017'n de 50 roj di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin. Li 7 navçeyên Amedê di nava 5 mehan de 28 caran qedexeyên derketina derve hat îlan kirin û 101 rojan berdewam kir. Tenê li gunden Lîcê 11 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin û 50 rojan di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin.

Dorpêç û qedexeya derketina derve yên li bajar, navçe, gund û zozanên Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Dorpêç û qedexeyên derketina derve yên di Tebaxa 2015'an de li navçeya Gumguma Mûşê dest pê kir û bi Farqîn, Bismil, Sûr, Nisêbîn, Cizîr Sîlopya, Gever, Hezex û Şirnexe dest pê kir, di destpêka 2017'an de ji bajaran derket û li gund, zozan, çiyayên Kurdistanê belav bûn. Qedexeyên derketina derve ku li Gundê Xerabe Bava bal kişand ser xwe herî zêde li gundên Lîcê berdewam kir. Di 2017'an de herî zêde qedexeyên derketina derve li gundên Amedê hatin îlankirin. dema mirov li tabloyê dinere dibine ku li 7 navçeyên Amedê di nava 5 mehan de 28 caran qedexeyên derketina derve hat îlan kirin û 101 rojan berdewam kir. Tenê li gunden Lîcê 11 qadan qedexeya derketina derve hat îlankirin û 50 rojan di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin.

SEWALKARÎ Û ÇANDINİ TEK ÇÛ

Ji ber li heremê bê navber qedexe tên ilankirin, welatiyên herême nkarin sewalkariyê bikin û nikarn biçin dava dehl rez û zeviyên xwe û nikarin çandiniye jî bikin. Welatî ji ber qedexe li ser qedexeyê tê îlankirin nikarin çandiniyê bikin. Sewalkarî û çandinî têk çûye. Gelek walatî ji ber qedexeyan nikarin debara xwe bikin û neçarin koçî bajar bibin.

Li Amede herî zêde qedexeya derketina derve li navçeya Sûrê berdewam kir. 18 mehan qedexeya derketina derve didome û di cihanê de herî zêde navçeya qedexe demdirêj lê hatiye îlankirin Sûr e. Dîsa qedexe bi dehan caran li gundên Lîcê, Hênê, Farqîn, Karaz, Hezro û Pasûrê hatin îlankirin.

QEDEXEYA LI SÛRÊ 18 MEHIN DIDOME

Li gorî malperên fermî yên Walitiya Amedê û Qeymeqamên navçeyên Amedê di navbera 1'ê Çileya 2017 û 12'ê Hezirana 2017'an de li 7 navçeyan 101 rojan qedexe hatiye îlankirin. Tenê li navçeya Lîce û gundên wê 11 caran qedexe hatiye 3 îlankirin. Li Lîcê u gundên wê di 11 caran de 50 rojan qedexe hatiye ilankirin û welatî 50 rojan ji gundên xwe derneketine. Li Hênê 5, li Hazro 3, li Farqinê 1, li Karazê 2, li Pasûrê 4 li Pîrane 2 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Di van qedexeyan de li Hazro 10 rojan, li Hênê 16, li Karazê 7, li Farqîn3e 2, li Pasûrê 8, li Pîranê 8 rojan ji sibe heta êvarê bê naver qedexeyen derketina derve hatin ilankirin. Li 6 taxên navçeya Sûrê ji 28'e Mijdara 2016’an heta niha 18 mehin qedexya derketina derve didome.


Ji 1'ê Çileya 2017'an heta 12'ê Hezirana 2017'an qedexeyên hatin îlankirin wiha ne:

Li Sûrê qedexeya derketina derve yên li taxên Hasirli, Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Cemal Yilmaz û Savaşê ji 28'ê mijdara 2015'an kuştina Serokê Baroya Amedê heta niha 18 mehin bê navber didome.

* Li 10 gundên lîcê di 5- 6 Çile de,

* Li 13 gundên Lîce û Hênê di 12 - 14 Çile de,

* Li 10 gundên Pasûr, Farqîn û Lîcê di 24 - 25 Sibatê de,

* Li 12 gundên Lîce, Hezroyê di 2- 5'ê Adarê de,

* Li 18 gundên Lîcê di 5 - 16'ê Adarê de,

* Li 10 gundên Lîce û Hênê di 19 - 21'ê Adarê de,

* Li 9 gundên Lîce û Hênê di 24- 30'ê Adarê de,

* Li 14 gundên Lîce, Karaz û Hezroyê di 13 - 14'ê Nîsanê de,

* Li 8 gundên Pasurê di 21 - 24'ê Nîsanê de

* Li 16 gundên Lîce û Hênê di 8 - 11'ê Gulanê de,

* Li 3 gundên Pasûrê di 11'ê Gulana sibê de hat îlankirin û di heman rojê êvarî de rabû.

* Li 6 gundên Hênê di 20 - 21'ê Gulanê de,

* Lİ 4 gundên Pîranê di 21 - 24'ê Gulanê de hatin ilankirin û rakirin.

* Li 59 gundên Lîce, Piran, Hezro û Karazê di 28 Gulan 2 Hezîranê de hat îlankirin. Piştre qedexeya 43 gundan hat rakirin û ya 16 gundan didome. Li 104 gund û mezrikên van 4 navçeyan qedexeya di 28'ê Gulanê de dest pê kir hêj didome

* Li 10 Gundên Pasûrê qedexeya di 4'ê Hezîranê de dest pê kir di 6'ê Heziranê de hat rakirin.

* Li 18 gundên Lîcê di 6'ê Hezîranê de hat îlankiin û operasyona bi tevlêbûna 10 hezar leşker hêj li 104 gundên 4 navçeyan berdewam dike.