PSAKD: Fezlekeya ji bo Baydemir înkara elewiyan e

ENQERE - Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Amedê Cafer Koluman, bertek nîşanî fezlekeya der barê Osman Baydemîr de hatiye amadekirin da û got: "Osman Baydemir li gorî hiqûqa elewiyan cemxane ava kir. Ji ber vê yekê fezleke di heqê wî de amade kirin. Fezlekeya ji bo Baydemîr tê wateya nenaskirina elewiyan."


Dozgerê Komarê yê Amedê der barê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir de bi sedema dema Şaredarê Amedê bû Cemxane ji Komeleya Pir Sultan Abdalê re çêkir, fezleke amade kir. Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Amedê Cafer Koluman, bertek nîşanî fezlekeya der barê Osman Baydemîr de hatiye amadekirin da. Koluman anî ziman ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê wê demê Osman Baydemir li gorî hiqûqa elewiyan cemxane ava kir û wiha got: "Ji ber cemxane tesis kir fezleke di heqê wî de amade kirin. Fezlekeya ji bo Baydemîr tê wateya nenaskirina elewiyan. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 17'e sibata 2012'an de ji bo 10 salan ji PSAKD’ê re cemxane ava kir. Şaredariyê û PSAKD'ê protokol ji bo 10 salan amade kirin. Niha bi hinceta xala 8'an li dijî xala 2'emîn a Qanûna Bingehîn e lêpirsîn dane destpêkirin.

Fezlekeya der barê Baydemir de di heman demê de înkar û nenaskirina elewiyan e. Tu aliyê vê fezlekeyê bê qebûlkirin tune ye. Dixwazin bi vê fezlekeyê elewiyan li dijî laîklikê nîşan bidin. Elewî li vi welatî bi salan e tekoşîna laîklîkê didin. Lê niha wekî ku dijber in nîşan dide. Îktîdar laîklikê li gorî xwe pênase dike."


Koluman, destnîşan kir ku li Tirkiye laîklîk nemaye û ketiye bin pîyan û wiha got: "Ger ku bi rastî laîklîkê diparêzin bila li xala 21’an a Qanûna Bingehin û xala 136’an a qanûna bingehîn binerin. Bawerim ew xebatên Wezareta Karên Diyanetê li dijî laiklîkê nabînin. Em fezlekeya der barê Baydemîr de hatiye vekirin qebûl nakin. Ji ber ku em welatî ne, em xwedi mafin ku ji xizmeta şaredariyê sûdê bigirin. Şaredariyê li gorî peymanên navnteweyî û zagonen gerdûnî peyman îmze kiriye. Em dê li Baydemir xwedî derkevin û bi daxuyaniyên cuda balê bikişînin ser mijarê. Ev pêkanîn encama bezarî û ne tehamuliyê ne. Çiqas înkar û zext nebin jî ev rastiya civakê ye û divê ev rasti neyê înkarkirin Mafê me ji aliyê DMME'e ve hatiye parastin û mîsogerkirin.