COLEMÊRG - Serokê Odeya Esnaf û Sinetkaran ê Geverê îrfan Sari bertek nîşanî dîwarê di navbera Gever û Îranê de tê lêkirin da û wiha axivî: "Di hemû şîn û dawetan de çûn û hatina herdu aliyan hene. Ev yek bi awayekî fermî pêk tê. Ev tişta ku bi pasaportê pêk tê bi lêkirina dîwar dê kêm bibe. Yanî ji aliyê kurdan ve tiştekî ku nayê qebûlkirine."
Tirkiye piştî dîwarên betonî li ser sînorê Sûriyeyê lêkiri niha li sînorê Ermistan û îranê bi hinceta "ewlehiyê" dîwarê betonî lêdike û bertekên li hemberî lêkirina dîwar her ku diçe zêdetir dibe. Serokê Esnaf û Sinetkarên Gevera Colemêrgê Îrfan Sari diyar kir ku derba bi polîtîkayên "ewlehiyê" li Geverê xistin, niha bi lêkirina dîwarê ser sînor dernekê din li Geverê dixin.
‘BI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ NIKARAIN ENCAMÊ BIGIRIN'
Sari da zanîn ku nikarin bi dîwarên li ser polîtîkayên ewlekariyê lêdikin encamê bigirin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku altenatîfên ku pêşiya tiştên bi vî rengî bigirin hene. di nava xwezayê de jiyana herî ber bi çav ahengiya bi xwezayê re ye. Wexta ku polîtîkayên aştiyane û çareseriyê bê bikaranîn wê demê wê encamê bi dest bixin."
‘ARMANC ÇEWISANDINA GEL E'
Sari daxuyand ku armanca van polîtîkayan çewisandin û çavtirsandina gel e û wiha domand: "Di dinyaya nûjen de êdî cih ji vê derûniyê re nemaye. Mirov ji bo bijîn tehemul dikin. Lê piştî demekê bertekên li hemberî van polîtîkayan her ku diçe zêdetir dibe."
LÊKIRINA DÎWAR HANDÎKAP E
Sari li ser rewşa aborî ya gelê Geverê rawestiya û bilêv kir ku ligel gelê Geverê di aliyê aborî de demên zehmet dijî jî ji bo çêkirina dîwaran bi trîlyonan pere xerc dikin. Sari bertek nîşanî lêkirina dîwarên ser sînor da û wiha axivî: "Lêkirina dîwar handîkap e. Di ev serdema teknolojiyê de dîwarê ji bo ewlehiyê tê lêkirin tenê fêdeya aborî dide hin kesan. Kes nizane bê ev dîwar çi bi xwe re bîne û çi bi xwe re bibe, lê tişta tê zanîn diwar dengê sar e û mirova ji xwe dûr dixe. Di dinyay ku sînor tên rakirin de hewldanên bi vî rengî tevdîrên wiha ne karê aqilan e."
GELÊ KURD VAN DÎWARAN QEBÛL NAKE
Sari got ku lêkirina van dîwaran ji bo gelê kurd ne tiştekî nû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li aliyê din ê sînor xizm û dostên kurdan hene. Di hemû şîn û dawetan de çûn û hatina herdu aliyan hene. Ev yek bi awayekî fermî pêk tê. Ev tişta ku bi pasaportê pêk tê bi lêkirina dîwar dê kêm bibe. Yanî ji aliyê kurdan ve tiştekî ku nayê qebûlkirine."