ÎRA: Bila Nedîm Turfent serbest bê berdan

AMED - ÎRA, bi boneya daneşîna yekemîn a rojnamger Nedîm Turfent ku ev 13 meh e di yek hucreyê de tê ragirtin bang kir û xwest raya giştî hestiyar tevbiger e. ÎRA daxwaz kir ku Turfent demildest bê tahliyekirin.

Însiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA), bi boneya daneşîna doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ku ev bû 13 meh di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de di yek hucreyê de tê ragirtin, dê di 14’ê hezîranê de bê dîtin daxuyaniyekî nivîskî da weşandin. ÎRA bal kişand ser şert û mercên Turfent ên girtîgehê û got hemû mafê wî hatine desteserkirin û qedexekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşan kirin: “Nedîm Turfent di navbera salên 2015-2016’an de di serdema qedexeya derketina kolanan a Geverê de ji ber nûçeyên çêkirin û şopandin û hemû binpêkirina mafan kir nûçe, gelek caran ji aliyê hêzên dewletê gef lê hat xwarin. Di derbarê Turfent de 22 sal û nîv ceza tê xwestin û doz lê hat vekirin. Turfent tenê li ser îfadeyên ‘şahidên nepen’ ev 13 meh e di girtîgehê de tê ragirtin. Dê daneşîna ewil a dozê di 14’ê hezîranê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin.”

ÎRA destnîşan kir ku ew wek însiyatîfê daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên Turfent ji bo doza wî bi hestiyar bin û hat gotin ku Turfent tenê ji ber dengê rastî û heqîqetê ragihandiye girtî ye. ÎRA da zanîn ku Nedîm Turfent rojnamger e, rojnamgerî ne sûc e û hat xwestin ku Turfent demildest serbest bê berdan.