Yuksekdag a ku SEGBÎS’ê red kir biryara bînin dadgehê hat dayîn

RIHA - Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag tevlîbûna doza xwe ya bi SEGBÎS’ê ya 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê red kir û biryara ku carek din Yuksekdag amade be hat dayîn.

Di derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku parlementeriya wê hat xistin, ji ber ku di sala 2015’an de li Pirsûsa Rihayê gotinên “Em pişta xwe didin Rojava û Kobanê. Em pişta xwe didin têkoşîna YPG û YPJ a li dijî wan çeteyên tarî. Tu gumanê me ji vê gotinê nîn in.” Doza lê hat vekirin. Daneşîna dozê ya 5’emîn hat dîtin.

Yuksekdag a ku bi angaşta “Endama rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê doza wê hat dîtin. Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin tevlîbîna SEGBÎS’ê ya daneşînê red kir. Di dozê de parêzerên wê Sevda Çelîk Ozbîngol, Farûk Bedlek û Yasîn Aktaş jî amade bûn.

Parêzerê Yuksekdag Ozbîngol di parastina muwekîla xwe de ev tişt got: “Em ji 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaz dikin ku gihandin û hemû xisûsên din ên bi kêmasiya dosyeyê bên temamkirin. Ya din jî muwekîla me raste rast dixwaze li dadgehê parastina xwe bike. Ji ber vê yekê em dixwazin ev kar û bar pêk werin.”

Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzeran daxwazname ji 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Heyetê biryara ku di daneşînek din de Yuksekdag li dadgehê amade be biryar da û daneşînê taloqî 20’ê îlonê kir.