COLEMÊRG - Li navçeya Geverê polîsên di ser şaredariyê de girtibûn îro jî bi bariyeran derdora avahiya şaredariyê dorpêç kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku du roj ewilî tê de hevşaredar Adile Kozay jî heyî bi giştÎ 17 kes hatibûn binçavkirin dorpêça polîsan a şaredariyê jÎ berdewam dike. Gelek maşîneyên zirxÎ derdora şaredariyêde hêj disekinin û îro ligel daliqandina ala Tirk, xebata gelek xebatkarê şaredariyê jî hatin astengkirin. Polîsen duh kilİtên deriyên şaredariyê guherandibûn îro jî derdora şaredariyê bi bariyeran girtin.