Li Reqayê şervanek japonî: Vê şoreşê pirsgirêka netewî çareser kir

REQA - Yek ji şervanê enternasyonalîst Reşîd Japonya yê ku tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bû wiha got: “Kurd, ereb, tirkmen, çerkes û gelek kesên ji bawerî û çandên cuda yên ji derve tên vir hemû bi hev re şer dikin. Ji bo şoreşeka hevpar şerek hevpar tê dayîn. Ev şoreş, şoreşekî ku pirsgirêka netewî çareser kiriye.”

Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ji bo azadkirina Reqayê operasyona bi navê “Cenga Mezin” da destpêkirin di roja 7’emîn de dewam dike. Di operasyona rizgarkirinê de bi rizgarkirina taxa Romanî hejmara taxên rizgarkirî derket 3’an. Her roja ku diçe şer û pevçûn dijwar dibe. Ekîbên pispor ên HSD’ê li taxan dest bi paqijkirina teqemeniyan kirin e û yek bi yek teqemenî tên tunekirin. Yek ji şervanê vê operasyona bi nav û deng şervanê enternasyonalîst Reşîd Japonya yê 18 salî ye. Japonya got ku pêwîste ji bo şoreşek hevpar divê şerek hevpar bê meşandin.

ŞOREŞ JI BO JIYÎNÊ YE…

Japonya destnîşan kir ku ew beriya 5 mehan hatiye Rojava, dayika wî Koreyî ne û bavê wî Japonyayî ye û got ji bo ew di derbarê jiyana xwe şoreşê de bibe xwedî tecrube hatiye vir. Japonya da zanîn ku heta îro wî her tim şoreşê wek teorîk dizanibûye û ji bo vê bixe meriyetê hatiye şer dike û diyar kir ku tiştên diqewimin wek “şoreşa heqîqetê” bi nav kir.

JI BO ŞOREŞA HEVPAR ŞERÊ HEVPAR

Japonya anî ziman ku pêwîste ji bo şoreşek hevpar şerekî hevpar bê meşandin û wiha domand: “Heke ku mirov mînak bide, nîşaneya vê yekê kurd, ereb, tirkmen, çerkes û gelek kesên ji netewê din in. Hemû bîr û bawerî bi li gel hev şer dikin. Dema em li hember dijmin şer dikin pirsgirêka netewî di nav me de nîne. Ev şoreş şoreşekî ku pirsgirêka netewî çareser kiriye. Ji ber vê yekê her kes berî xwe dide vir.” Japonya îşaretî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir û got her darbeyek li DAIŞ’ê bikeve dê ew qas parastin nirxên mirovahiyê mezin bibe.

QEWIMANDINÊN LI VIR DÎROKÎ NE

Japonya bilêv kir ku di nav pergala Emperyal de mirov nikarin nefes bistînin û got ku yek ji wan mirovan jî ew e û dê şoreş vê pergalê rizgar bike û ji ber vê yekê di demek dîrokî de derbas dibin. Japonya diyar kir ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞ’ê dê pergalek federe û hevpar bê avakirin û wiha pê de çû: “Fikr û ramanên civakî yên li vir, ji bo fikrên rojavayî jî mînakek baş e. ji bo hemû civakên cîhanê geşedanek girîng e. Divê ew û herkes ji bo vê eykê viya baş bixwîne. Ev pergal tenê ne ji bo Rojhilata Navîn e. Ev mînak ji bo hemû pergalên cîhanê pêwîst e.”

'EM Ê REQAYÊ RIZGAR BIKIN’

Japonya daxuyand ku ew bextewariya rizgarkirin paytexta DAIŞ’ê dijîn û wiha bi dawî kir: “Niha em tax bi tax navenda wan distînin. Paytexta zilmê Reqayê em ê rizgar bikin. Bi salan e îşkenceya herî hov li ser mirovan pêkanîn. Em hatin ku wê xelas bikin. Em ê hêviya gelê xwe vala dernexin.”

Nazim Daştan - dîhaber