KNK’ê banga yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya KNK’ê li Silêmanî bi civîna çapemeniyê banga yekîtiya neteweyî li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. KNK'ê ji bo jinûve destpêkirina nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, bang li partiyên siyasî û hemû hêzen civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Alîkarê Hevserokên KNK’ê Kemal Tahîrzade, endamê Dîwana KNK’ê Farûk Cemîl, endamên Konseya KNK’ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz, endamên KNK’ê Seyîd Erkem, Dr. Yûsif Hesen Kerkûkî, Zekerya Helebce, Ferhat Dostkî û Mujde Ebas tevlî civîna çapemeniyê bûne.

Endamên KNK’ê di civîna çapemeniyê de ku li Pirtûkxaneya Xezalnûs a Silêmanî pêk hat ji bo platforma ku kongreya neteweyî lê bê nîqaşkirin, banga yekîtiyê kir.