Li ser girtiyên Burhaniyê zext zêde dibin

BALIKESÎR - Li girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn. Girtiyan bi riya malbatên xwe diyar kirin ku îdareya girtîgehê zextên derûnî li ser wan dimeşîne.

Li girtîgehan zextên li ser girtiyan bê navber zêde dibin. Yek ji van girtîgehan Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê ye. Girtiyan li Burhaniyê bi riya malbatên xwediyar kirin ku îdareya girtîgehê zextên derûnî li ser wan dimeşîne û mafê wan ji destê wan tê girtin. Girtiyan destnîşan kir ku midûr Nuri Unal ku nû hatiye taşînkirin zext li ser wan zêde kirine. Girtiyan, diyar kirin ku ji heperloran dengê zêde derdixin û tundiya derûnî li ser wan dimeşînin. Girtiyan, destnîşan kir ku mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan tê girtin û wan nabin nexweşxaneyê. Girtiyan, bilêv kirin ku ew serî li wezareta dadê didin, lê daxwaznameyên wan bê bersîv dimînin. Girtiyan, herî dawî destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê dixwaze girtiyan bînin lîstikê. Girtiyan bi riya malbatên xwe bang li cemaweriyê kirin û xwest her kes hestiyar nêzîk bibe.

Malbatên ku bi girtiyan re hevdîtin kirin, serî li şaxa ÎHD'ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.