ÎZMÎR - Zaroka 10 salî C.A. ya 3 roj berê li Odemişê hat revandin, di mala cîranê xwe de mirî hat dîtin.
Li navçeya Odemişê ya Îzmirê 3 roj berê zaroka 10 salî C.A. hat revandin û îro li mala cîranan mirî hat dîtin. Piştî zarokê 10 salî hat revandin peyama "Agahî nedin polîsan. Em dê bikujin" ji malbatê re hat şandin. C.A. 3 roj şûnde li mala cîranê xwe kuştî hat dîtin. Piştre kesê bi navê S.T. hat binçavkirin. S.T. di îfadeya xwe de got "Ket erdê û mir. Ji ber ku ez tirsiyam min di sindoqê de veşart." da.