RIHA - Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, OHAL'a piştî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ku zêde bûye ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, rêveberiya awarte ya piştî kuştina 2 polîsên di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin li Serêkaniyê pêş ketiye ji wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî. Ocalan, anî ziman ku piştî 2 polîs hatin kuştin rewşa rêveberiya awarte derketiye asta herî jor û girtin û binçavkirin gelek zêdebûye. Ocalan, anî ziman ku bi taybetî zextên li ser endam û rêveberên HDP û DBP'ê zêde bûne û wiha pirsî:
* Kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ji bo ronî bibe wekî wezaretê heta niha we çi xebat kiriye?
* Der barê polîsên şikdar ên li Serêkaniyê 2 polîs kuştin, heta niha çi lêpirsîn hat kirin. Ji bo vê yekê tu lêpirsîn hatiye kirin?
* Bi taybetî li taxên kurd lê dijîn di bin dorpêça polîsan de ye?
* Polîsan bi ser avahiya BDP'ê de girt û zerarek mezin da avahiyê. Ji bo vê yekê wezareta karên hundir çi kiriye?
* Çima endam û rêveberên HDP û DBP'ê di bin şopandin û dorpêça polîsan û maşînê zirxî dene?
* Çima polis û leşker xebatên endam û rêveberên HDP û DBP'ê asteng dike. Ev pêkanîn ne li dijî DMME'ê û PMME'ê ye?