Di 5 mehan de 182 zarok rastî îstîsmara zayendî hat

ENQERE - Egîtîm Sen'ê rapora di qada perwerdehiyê de zayendîperestî ya serdema 2016-2017'an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyar kirin ku AKP'ê û MEB’ê îstismara zayendî rewa kiriye û di encama polîtikayên zayendîperest de di 5 mehên 2017'an de 182 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine.

Navenda Egitim Senê rapora di qada perwerdehiyê de zayendîperestî ya serdema Hîndekarî - Perwerdehiyê ya 2016-2017'an bi raya giştî re parve kir. Rapor ji aliyê Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Derya Yulcu ve hat xwendin. Yolcu, diyar kir ku li Tirkiye, newekheviya zayendî ya civakî, cudakarî, perwerde, jingeha kedê, tenduristî û mekanizmayên biryarê û di hemû qadên jiyanê de pirsgirêkên gelek mezin hene. Yolcu, bilêv kir ku ev newekhevî û bêedaletî herî zêde bandora xwe li ser jinê dike û wiha got: "Zarokên keç, dema diçin dibistanê ji ber sererastkirin û pergala zayendîperest rastî neheqî û newekheviyê tên."

ÎSTÎSMARA ZAROKAN ZÊDE DIBE'

Di raporê de wiha hat gotin: “Di sala 2016'an de hat xwestin ku zarokên piştî 12 salî di newekheviya zayendî de bên paşguhkirin. Ev di dîroka Tirkiye de wekî mohrek reş e. Ev ne wekî rastkirina ceza, ji bo jinên keç wekî pêşerojek tarî û reş e. AKP dixwaze zarokên jin bi îstîsmarkarên xwe re bide zewicandin.

DI 5 MEHÊN DAWÎ DE 182 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN

Piştî di sala 2016'an de li Vakfa Ensarê 45 zarokên kur rasti îstismara zayendî hatin, li Sensûrê 30 xwendekar rastî îstîsmara zayendi hatin.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji bo rê li pêş îstîsmara zeyendî bigire tu polîtîkayên çareseriyê pêş nexistine. Li gorî lêkolîna ku me bi saziyên jinan re kir, MEB îstîsmara zayendî dike wekî bûyerek rewa. Tenê di 5 mehên 2017'an de 182 zarok rastî îstîsmara zayendi hatin.

Ji sala 2002'an heta niha di serdema AKP’ê de 440 hezar zarok bûn dayik û zarokên wan çêbûn. 15 hezar û 937 zarokên kêmî 15 salî rastî îstîsmara zayendî hatin û zarokên wan çêbûn. Tevî vê yekê hikûmeta AKP'ê tu tedbîr negirtine.

709 HEZAR ZAROK KARKER IN

Di serdema îktîdara AKP'ê de nezî 20 hezar karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2012'an de hêjmara zarokên karker ên di navbera 15-17 salî de 601 hezar zarok hebûn. Di sala 2016'an de hêjmara zarokên karker derket 709 hezar zarokan. Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di sala 2016'an de 56 zarok di kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 4 mehên 2017’an de rojê 2 zarokan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Di qada perwerdehiyê de perwerdehiya naveroka wê zayendîperest hatiye dayîn. Ji ber vê yekê zarok zêde rastî tundiya zayendî hatine.

BÛK ZAROK E ZAVE MEZIN E

Di perwerdehiya salên 2015-2016'an de "Buka zarok" rastî nesîhetên li hemberî mezin û bavê xwe dernekeve. hatin. Hat xwestin ku jin li hemberî bav û hevserê xwe bibe kole. Di qada perwerdehiyê de jî ev hişmendiya ku jinê bike kole derket pêşberî me. Di sala 2017'an de pirtûka ji bo pola 1'emîn a Weşana Mavideniz bi mînakên wekî ‘Ozge bû bûka zarok" nîşan dide ku bûkantiya zarokan rewa ye. Bi hevokên vî rengî zewaca zarokantiyê û serdestiya mêr rewa nîşan didin. Hişmendiya AKP'ê û MEB'ê zayendîperest e. Zarokên Penaber dibistanê di nêvî de dihêlin.

63 HEZAR Û 300 ZAROK REVIYAN EWROPA

Saziya Îstatîstikên Ewropa (Eurostat), diyar kir ku di sala 2016’an de 63 hezar û 300 zarok bêyî mezin û xizmên xwe reviyan welatên Yekîtiya Ewropa.

96 HEZAR ZAROK BI TENA SERÊ XWE ÇÛN EWROPA

Di sala 2015'an de jî 96 hezar zarok bi tena serê xwe çûn welatên Yekîtiya Ewropa.


“* AKP li şûna pirsgirêkên yurdê çareser bike û perwerdehiya bê pere pêş bixe, perwerdehiya cemaat, yurtên taybet û zayendîperest pêş dixe. Ji ber vê yekê di mijdara 2016’an de li Aladag a Edeneyê 11 zarok di yurdê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Li Gundê Goktaş a Dêrika Mêrdînê 35 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
* Li Lîseya Îmam Hatîpê ya Êlihê 4 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Midûrê Lîsey yê Haymana ya Eneqere S.K. îstîsmarî xwendekaran kir û nêzî 100 xwendekaran serî li BİMER'ê da.

* Li navçeya Bayrakli ya ÎZmirê 6 zarok rastî istîsmara midûrê dibistanê hat. Li Lîseyek Aydınê zarokekî 17 salî 3 salan rastî îstîsmara 200 mêran hat. "

Sekretera Giştî ya Jinan a Egitim Senê Derya Yulcu, herî dawî anî ziman ku wekî Egîtîm Senê dê ji bo perwerdehiya demokratîk, bê pere, wekhev, zanistî û zimanê zikmakî têbikoşin. Dîsa dê li dijî hişmendiya zayendîperest û îstîsmarên zayendî têbikoşin.