Rojnameger Ugur rastî 15 meh ceza hat

MÊRSÎN - Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cemîl Ugur û Halîl Îbrahim Polat hatin darizandin. Heyeta dadgehê li rojnameger Cemil Ugur salek û 3 meh (15 meh) cezayê girtigehê birî.

4'emîn rûniştina doza nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Cemîl Ugur û Halîl Îbrahim Polat li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Heyeta dadgehê li rojnameger Cemil Ugur salek û 3 meh (15 meh) cezayê girtigehê birî. Dozger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê ye" û “propagandaya rêxistinê kiriye" li Cemil Ugur û Halil İbrahim Polat doz vekiribû. Heyeta dadgehê di rûniştina 4'an de li Cemil Ugur 15 meh ceza birî û Halil İbrahim Polat beraet kir.