MÊRDÎN - Zarokê 17 salî M.Ş.B., yê li navçeya Nisêbînê polîsan bi maşîna zirxî ew birîndar kir piyê wî jê bû.
Polîsan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 9'ê Hezîranê de li ser Reya Midyatê bi maşîna zirxî li motosik qeliband û zarokê 17 salî M.Ş.B. birîndar kir. M.Ş.B. (17) yê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Tevî hemû mudaxaleyan nekarîbûn piyê rastê yê M.Ş.B. rizgar bikin. Bijîşkan neçar man ku piyê M.Ş.B jê bikin. Hat zanîn talûkeya M.Ş.B didome.