STENBOL - Hunermendan çalakiya “Nobeta Azadiyê” ya ji bo rojnamegerên girtî hatiye destpêkirin dewir girtin û peyama têkoşînê dan.
Çalakiya xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê, ya “Nobeta Azadiyê” ku ji bo rojnamegerên girtî Asli Erdogan, Necmîye Alpay, Zana Kaya û Înan Kizilkaya dane destpêkirin di hefteya 31’an de li ber Girtîgeha Bakirkoyê berdewam kir. Di çalakiyê de rojnameger Ertugrul Mavioglu, Nivîskar Suha Oguzertem, Akademisyenên aştiyê Prof. Dr. Zelal Ekîncî, Endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye Nalan Çelik û Muazzez Uslu, Endamên Tevgera Yekbûyî ya Hezîranê (BHH), Endamên SYKP, HDP, Vakfa Aştiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de pankartên "Ramana azad nayê bêdeng kirin” û “Zana, Asli, Înan, Necmiye ne tenê ne” vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de hunermend Ayşe Tutuncu û Tuncer Duman nobet dewergirtin û stran gotin.
Di nobetê de Rojnameger Ertuğrul Mavioglu, diyar kir ku pêl bi pêl rojnameger, rewşenbir, nivîskar û demokratan davêjin zindanê û dixwazin wan bêdeng bikin û wiha got: “Wekî darbeya 12’ê Îlonê em dîsa di bin zext û zordariyan de dijîn. Lê wekî wê demê niha jî yên di ber xwe didin dê bi ser bikevin. Gotina me ya dawî yên her dem di ber xwe didin dê bi ser bikevin.”
Nivîskar Nalan Çelik jî anî ziman ku heta hemû rojnameger, nivîskar û rewşenbir azad bibin dê di ber xwe bidin.
Çalakî bi starên piyanist Ayşe Tutuncu û muzisyen Tuncer Duman bi dawî bû.