MÊRDÎN - Li Mêrdînê mîksera betonê li du wesayîtan qelibî. Di qezayê de dayikek û kurê xwe yê 3 salî mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li ser riya Qoser û Artûklûyê, mîksera betonê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe û li wesayît û mînîbuseke ku ji hember dihatin qelibî. Di qezayê de Dîlek Degera 27 salî kurê û kurê xwe yê 3 salî Omer mirin. Ridvan Asar, Betul, Berfîn, Feyziye û Şehmûs Yilmaz, Fîlîz û Gulnaz Yakak, Suphan Çelîk, Burhan Şîmo, Huseyîn Oter, Abdurrahîm Oktan û Hidir Meraler jî birîndar bûn.
Ji ber qezayê rê ji çûn hatine ra hat girtin û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar û cenazeyên kesên mirin bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdîn.