Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin

ÊLIH- Li Êlihê bi îdiaya ku têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li navçeya Hezoyê heye 9 kes hatin binçavkirin.

Li Êlihê, di çarçoveya lêpirsîna der barê bûyera bombeyî ya di 9'ê Hezîranê de li Bajaroka Kaniya Henê ya Hezoyê qewimî de 9 kes hatin binçavkirin. Nav û hinceta binçavkirinê ya kesên hatin binçavkirin nehat zanîn. Hat hînbûn ku kesên binçavkirî birine Muduriyeta Polîsan a Êlihê û Qereqola Cendirmeyan a Kaniya Henê.