Serokwekîla Meclîsê Buldan hat berdan

AMED - Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan hat berdan

Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û Wekîla HDP'ê ya Stenbolê li ser biryara Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê şevê din hat binçavkirin û sewqî dadgeha Amedê hat kirin. Buldan, piştî li salona edliyê ya Amedê îfade da hat berdan. Hat zanîn ku Buldan ji ber axaftina xwe ya di 8'ê Adarê de hat darizandin û der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. Buldan piştî li edliya Amedê îfade da hat berdan.

BEŞTAŞ: NAVÊ VÊ YEKÊ BINÇAVKIRIN E

Parlamentera HDP Meral Danış Beştaş jî ani ziman ku ew û buldan di bin çavdêriya polîsan de çûne edliyê û navê vê yekê binçavkirina hiqûqî ye. Ji xwe der barê wê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ev binçavkirin e.