WAN- Li Artemêtana Wanê, ji ber ku pêşî lê nayê girtin Cihoka Şamranê talûkeyê dide der. Niştecihên taxê gelek caran serî li DSÎ'yê dan, lê belê dîsa jî tu tevdîr nehatin girtin. Niştecihên taxê ji vê rewşê nerazî ne.
Cihoka Şamranê, ku ji navçeya Payîzavayê dest pê dike û di nav tax û gundan re xwe digihîne Gola Wanê, ji ber bi tu awayî pêşî lê nayê girtin talûkeyê dide der. Cihoka ku di Taxa Terzîoglû ya Artemêtana Wanê re derbas dibe û bi qasî 3 metreyan kûr e, bêyî ku tevdîrek bê girtin her tim zarok li derdora wê dilîzin. Ser û derdora cihokê vekiriye û ji ber çop û gemarên tên avêtin jî bêhneke genî jê tê. Her wiha zarokên ku havînan dikevinê cihokê jî, dem bi dem bi xenîqandinê re rû bi rû dimînin.
‘ZAROK DIKEVIN CIHOKÊ'
Ji niştecihên taxê Ramazan Çîgdem (70), ji bo cihoka ku talûkeyê dide der gelek caran serî li Gerînendetiya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) daye û wiha got: "Li vir mal hene, lojman hene. Divê ev der bê girtin. Kesên li lojmanan dijîn, ji bêhnê nizanin dê çi bikin. Ev der cihekî navendî ye, divê bêhn tune be. Lê li vir nanihêrin. Gelek caran çûm, min ji wan re jî got. Girtina vir ne tiştekî zehmet e. Lê nagirin. Zarokên me li van deran bi gogê dilîzin. Zarokekî ku da dû gogê ket cihokê. Hindik mabû bixeniqe."
SERÎ LÊ DIDIN, LÊ ENCAMÊ WERNAGIRIN
Çîgdem, ragihand ku havînê ew ji ber bêhnê nizanin dê çi bikin û wiha bertek nîşan da: "Sala çûyîn min serî lê da. Îsal jî min dubare serî lê da. Şaredarî dibêje 'ne karê me ye'. DSÎ jî dibêje 'berhemeke dîrokî' ye. Kes çênake, em wisa li bendê ne. Di havînê de ev der zuha dibe û bêhneke genî jê tê. Divê êdî me esas bigirin û çareyekê peyda bikin."
‘HEKE TAHSÎSAT BÊ DAYÎN DÊ CAX BÊN ÇÊKIRIN'
Têkildarî mijarê me bi DSÎ'yê re hevdîtin çêkir. Rayedarê DSÎ'yê wiha got: "Em ê ji bo sala 2018'an doza tahsîsatê li gerînendetiya giştî bikin. Heke bê dayîn, înşele dê cax jî bên çêkirin. Ev tenê ne ji bo Cihoka Şamranê, xebat ji bo hemû cihokên ku di qadên jiyanê re derbas dibin ne. Lê heke tahsîsat bê dayîn."