Parêzerên Çelîk serî li DMME'yê dan

STENBOL - Ji bo gerînendeyê nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku 157 roj in girtiye û der barê wî de tu îdianame nehatine amadekirin, bi derpêşkirina binpêkirina madeyên 3, 5, 10 û 13'emîn ên PMME'yê parêzerên wî bi "daxwaza lezgîn" serî li DMME'yê dan.

Der barê maîlên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin de, di 25'ê Kanûna 2016'an de Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dcîleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk û nûçegîhan Metîn Yoksû, edîtorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten, Gerînendeya Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okatan, Hesabgirê Rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat û Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê Eray Sargin hatibûn binçavkirin.

Piştî 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelîk, Tûnca Ogreten û Mahîr Kanaat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî hatin berdan.

Hîn jî îdianameya rojnamegerên ku 157 roj in girtîne nehatiye amadekirin. Her wiha di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhanê Rojnameya Die Weltê Denîz Yucel jî 116 roj in girtî ye.

Piştî serlêdana ji bo Deniz, Ogreten û Kanaat ji bo Çelîk jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn.

Serlêdan ji aliyê parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz ve hat dayîn. Di serlêdanê de hat derpêşkirin ku madeyên 3, 5, 10 û 13'emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de polîsan bêyî hincet, belaheq û belasebeb îşkence li Çelîk kiriye, ew derb kirine, lê dane, heqaret lê kirine û gotinên binpêkirina rûmetî gotine.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku, mînakên rapora ku bijîşkê tiba edlî der barê Çelîk de amadekiriye, bi hinceta "biryara sînordarkirî" nedane wî û parêzerên wî.

Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku Çelîk 24 rojan di bin çavan de maye. Hat destnîşankirin ku bi vê yekê re Madeya 3'yemîn a PMME'yê hatiye binpêkirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku pîvanên ku di paragrafên 1, 2, 3 û 4'an ên Madeya 5'emîn a PMME'yê de cih digirin hatine binpêkirin.

Di serlêdanê de cih girt ku, ji bo girtina Çelîk nûçeyên çêkirine û parvekirinên wî yên civaka medyayî wek hincet hatine nîşandan. Hat destnîşankirin ku ji roja ku hatiye girtin heta niha tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku tevî hemû yekeyên xwe daraz ketiye bin bandora îktîdara siyasî û wiha hat gotin: "Li gor vê yekê ne mumkun e ku sepandin li gor şefafî û objektîfa venêrîna huqûqê bên kirin û zaf eşkereye ku biryara wesfeke 'kêfî' û 'siyasî' di xwe de dihebînin.

Hat bibîrxistin ku 6 meh in Çelîk girtiye û wiha hat gotin: "Ji ber ku hîn jî tawanbariyên der barê wî de nebûne mijara îdianameyê, doz nehatiye vekirin û pêvajoya darazê nehatiye destpêkirin, ne mumkun e ku der barê îdia û tawanbariyan de parêziyê bike. Serlêdêr bi riya parêzerên xwe parast ku biryara girtina wî derî huqûq û peymanê ye û serlêdana îtirazê li 8'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê kiriye. 8'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê ev daxwaz red kirin û ji bo lêkolînkirina îtirazê dosye ji 9'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê re şandiye û ev mercîî jî biryara berdewamiya girtina wî daye. Ev biryarên ku ji aliyê merciyan hatine dayîn, bêyî ku di danişîneke ku serlêdêr û parêzerên wî daxilî wê bibin, di encama lêkolînkirina dosyeyê de hatine dayîn. Bi taybetî em dixwazin diyar bikin ku; yên ku biryara girtinê dan û her du merciyên ku îtiraza girtinê lêkolîn kirin wesfê 'dadgehê' di xwe de nahebînin. Ji ber vê jî, kirariyên van meqaman jî wek 'kirariyên darzandinê' nayên nirxandin. Ji ber vê yekê; ji bo serlêdêr-parêzerên wî naveroka dosyeyê bibînin, delîlên ku tawanbarî li wan hatine barkirin bên nîqaşkirin, ji bo delîlên li leha wî derkevin holê, ji bo argumanên huqûqî û der barê girtinê de derkevin holê, ji bo parastinê bike û bê berdan tu derfetên serlêdana ji bo dadgehê nema ye."