EDENE - Li Ceyhanê aşê ku di sala 1996'an de hat çêkirin, 51 sal in li hemberî fabrîkayan li ber xwe dide. Ethem Abaci ku aş ji malbata wî jê re maye, anî ziman ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew ê deriyê aşê xwe neqefilîne.
Li Taxa Haci Îbrahîm a Ceyhana Edeneyê, aşê ku sala 1966'an hatiye çêkirin hîn jî li ser piyaye. Aşê bi avê dixebitî, yek ji wan aşên ewil ên bajêr e. Lê piştî demekê, bi pêşketina teknolojiyê aş bi ceryanê dixebite û bi salane qûtê welatiyên Ceyhan û gundên hawirdorê dihêre.
'ELEQEYA JI BO AŞ KÊM BÛ'
Ethem Abaci (46) ku vî aşê ji malbata wî jê re maye dide xebitandin, diyar kir ku 51 sal in ev aş dixebite, lê belê ji ber pêşketina teknolojiyê êdî eleqeya ji bo wî kêm bûye. Abaci, anî ziman ku ew li aş genim, ceh û hwd. dihêrin û wiha got: "Berê bavê min bi erebeya xwe ya hespan ceh û genimê gundiyan ji gundan dianî û dihêra. Lê di demên dawî de bi zêdebûna fabrîkayan û hilberandina nanê hazir, êdî eleqeya ji bo aş kêm bûye."
'LÊ EZ Ê NEQEFILÎNIM'
Abaci, anî ziman ku li navçeyê tevî aşê wan 4 aş hene, lê belê êdî aş nikarin tu karî bikin. Abaci, dest nîşan kir ku ji ber ku mirov ji weziyeta hilberînê derbasî weziyeta mezêxeriyê bûne û ji ber ku tu kes êdî li malê nan çênake, pêdivî bi hêrandina genim nemaye. Abaci, anî ziman ku ew li hemberî fabrîkayan li ber xwe didin ku li ser piya bisekinin. Abaci, got ku li gel hemû û zor û zehmehtiyan jî ew ê deriyê aşê xwe neqefilîne.
Abaci wiha axivî: "Berê dema hevalekî me çayek îkramî me bikirana, wext tune bû ku em wê çayê vexwin. Heke gotin di cih de be, wext tune bû ku em serê xwe bixwirînim. Berê ji ber ku mirovan nanê xwe bi xwe çêdikirin, şert bû ku zadên xwe li aş bihêrin. Êdî her tişt li fabrîkayan tê hilberandin."
‘ŞAGIRTEKÎ KU LI PÊYÎ XWE BIHÊLIM JÎ TUNE YE'
Abaci, ragihand ku ew kevneşopiyeke kevn didomîne; lê belê ji ber ku kar tune ye, bi zorê ew çerxa kar digerîne. Abaci, dest nîşan kir ku ji bo vê kevneşopiyê bidomîne, şagirtekî ku li pêyî xwe bihêle tune ye û ji ber ku pîşeya wî bi tunebûyînê re rû bi rû ye ew li ber dikeve.