‘Sifreya ruyê erdê remza yekîtiyê ye'

STENBOL - Ji Misilmanên Dij Kapitalist Zeynep Duygu, hewldan û xebatên sifreyên ruyê erdê nirxandin û diyar kir ku ev keda kolektif nişan dide û dikarin bi hev re û bi tifaqî bijîn. Duygu, anî ziman ku sifreya ruyê erdê remza yekîtî û tifaqiyê ye.

Mislimanên Dij-Kapitalist, di meha Rezezanê de li şûna xwarinên fitaran ên li otel û xwaringehên luks û qeşeng tên dayîn, li kolan û kuçeyan ji bo kesên xizan Sifreyên Ruyê Erdê ava kirin. Mislimanên Dij-Kapitalist, hewl didin ku li ser van sifreyan hemû kesan bînin cem hev û nîşan bidin ku her kes dikare bi hev re bimeşe.

Yekem car Sifreya Ruyê Erdê di sala 2010-2011'an de hat avakirin. Bi taybetî di serdema Berxwedana Geziyê de ji hemû bawerî, ziman û çandê li ser vê sifreyê gihiştin hev û bi hev re xwarin xwarin. Yek ji aktîvîsta Mislimanên Dij-Kapitalîst Zeynep Duygu, têkildarî wate û girîngiya Sifreyên Ruyê Erdê axivî. Duygu, anî ziman ku ew li dijî sifreyên fitaran ên luks helwestek polîtîk nîşan didin û wiha got: "Me wekî Mislimanên Dij Kapitalist di serdema Berxwedana Geziyê de li dijî fitarên luks sifreyên kolanê ava kir. Di vê serdemê de me navê Sifreyên Ruyê Erdê lê kir. Gel li vê sifreyê xwedî derket û me ev şewirmendî mezin kir. Piştî berxwedana Geziyê sifreyek herî mezin li Taksimê hat avakirin û pişt re bû wekî çanda şewirmendiyê û belav bû. Êdî wekî "Sifreya Ruyê Erdê" hat binavkirin. Armanca Sifreya Ruyê Erdê ew e ku em li cem mazluman cihê xwe bigirin. Ev sifre pir rengîn e. Ji her ziman, reng û baweriyê heye. Ev sifre ji kesên muxalif pêk tê. Vê sifreyê nîşan da ku em dikarin ji her ziman, reng û baweriyê bên cem hev û em dikarin bi hev re bimeşin.

ME ÎSAL SIFRE DIYARÎ SEMÎH Û NURIYE KIR

Duygu, da zanîn ku wan îsal Sifreya Ruyê Erdê diyarî Semih û Nuriyeyê kiriye û wiha got: "Li ser sifreyê dayika Berkin Elvan jî hebû. Gelek keda wê çêbû. Me dît ku em dikarin bi hev re bimeşin û bitêkoşin. Sifreyên ku vala bûbûn ji nû ve zindî bûn. Kesên ku qet me hev nedîtiye em tim li tenişta hev rûdinên û bi hev re xwarinê dixwin. Ev encama keda kolektîf û hevpar e. Her kes pariyê nanê mala xwe tîne û em li vir bi hev re parve dikin. Em li vir hev nas dikin, hîs dikin û em dikarin destê xwe bidin hev. Mînak ez dolme û xwarina jineke ku qet nas nakim dixwim. Ez jî nanê xwe bi wêre parve dikim. Li vir parvekirina kedê heye. Em pariyê nanê xwe li hev parve dikin. Armanca sereke parvekirina pariya nan e. Em bêtir halê hev fam dikin û bêtir hev hîs dikin.

JI BO AŞTÎ Û EDALETÊ TÊN SER SIFREYÊ

Duygu, dest nîşan kir ku Sifreyên Ruyê Erdê aqil û wîjdanê hevpar tîne cem hev û kom dike. Duygu, da zanîn ku li dijî feraseta îktîdarê ya hewl dide bawerî, ziman û nijadê perçe bike ew bêtir yekîtî û tifaqê xurt dikin wiha berdewam kir: "Hemû kesên tên ser vê sifreyê bi zimanê xwe distrên û bi baweriya xwe dijîn. Hemû kesên tên ser vê sifreyê xwarinê dixwin ji bo aştî û edaletê tên. Ji bo me parvekirin û hest girîng e. Her kes bi ziman û rengê xwe bi hev re dimeşin. Li vir hezkirin û hurmet pêş dikeve. Her kes hurmetê nîşanî nirx û nasnameya hev didin. Hemû kesên tên li ser vê sifreyê xwarinê dixwin bêtir xwe aram û kêfxweş hîs dikin. Ev ne tenê ji bo misliman û xirîstiyanan e. Ger ku cîranê min birçî be ez nikarim baş razêm. Di ola îslamê de gotina “Kesê cîranê wî birçî be û ew têr razê ew ne ji me ye" nîşan dide ku ziman, bawerî û nasname ne girîng e. Ya girîng ji bo azadiyê em bi hev re bimeşin û bi hev re bitêkoşin. Di 2 salên dawî de şerekî pir dijwar li Kurdistanê heye. Em di milê derûnî de dikevin bin tesîra koçberî, xerakirin û talankirinê."

QADÊN BERXWEDANÊ NE

Duygu herî dawî anî ziman ku ev sifre qadên berxwedan û piştevaniyê ne û wiha got: "Divê em ji bo şerê li Kurdistanê nebêjin "Lê" "Ango" Divê em li dijî binpêkirin, dagirkirin û desteserkirna mafê tu kesî bêdeng nemînin û ev remza yekîtî û tifaqiyê ye. Nîşan dide ku em dikarin bi hev re bimeşin û bitêkoşin."