AMED - Li Taxa Alîparê ya navçeya Rezanê, bi hinceta fatûreya wan a ceryanê "Kêm e" 4 hezar û 500 lîre ceza li gelek malan hat birîn. Tişta ecêb ew e ku li hin malên ku ceza li wan hatine birîn tu kes najî.
Piştî ku Şîrketa Anonîmê ya Belevkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) hat kesîdekirin, her ku diçe li herêmê pirsgirêkên ceryanê zêde dibin. Li gel hemû pirsgirêkan, li Amedê pêkanîneke skandalî û ecêb derket holê. Li Taxa Alîpar a navçeya navendî Rezanê, rayedarên ceryanê yên ku fatûreyan dibirin di fatûreya dawîn de bi hinceta ku fatûreyên taxiyan hindik tên, li her malekê 4 hezar û 500 lîre ceza birîn.
‘QAÇAX' TUNE, 'CEZA' HEYE
Fatûreyên malên taxê her meh li dor 50 lîreyî dihatin. Lê xebatkarên DEDAŞ'ê ev mîqdar hindik dîtin û b hinceta "Qaçaxa winda" saetên ceryanê yên malan kontrol kirin. Li gel hemû lêgerîn û kontrola xebatkaran jî, li tu malê "Qaçaxa winda" nehat dîtin. Lê li gel vê yekê jî xebatkarên DEDAŞ'ê li her malê 4 hezar û 500 lîre cezayê pereyî birî.
TEBLÎXAT NEDAN
Niştecihên taxê, diyar kirin ku rayedarên DEDAŞ'ê piştî kontrolkirina saetên ceryanê bêyî ku tiştekî ji wan re bibêjin çûne. Niştecihan, dest nîşan kir ku rayedaran li ser kaxezê tu teblîxata cezayî nenivîsandine, lê belê piştî ku çûne wan fêm kiriye ku ceza li wan hatiye birîn.
CEZA DAXISTIN HEZAR Û 700 LÎREYÎ
Nişteciha taxê Hediye Akyapi, parve kir ku fatûreya wê ya dawîn 57 TL hatiye û wiha got: "Piştî karmendên ku li saetan dinihêrin, hin kesên sivîl hatin taxê. Li saetên me yên ceryanê nihêrîn û çûn. Me jî pirsî ka ji bo çi hatine. Em pê hesiyan ku 4 hezar û 500 lîre ceza li me birîne. Dema me sedema wê pirs kir, gotin ji ber ku fatûreyên we yên ceryanê kêm tên. Min jî got ku pereyê min tune ye. 3 mehan carekê 700 lîreyî distînim û nikarim vî pereyî bidim. Paşê vî cezayî daxistin hezar û 700 lîreyî."
CEZA LI MALA KU KES TÊ DE TUNE YE JÎ BIRÎN
Welatiyê bi navê Mehmet Kaya jî, diyar kir ku li taxê mala wî heye, lê belê ji ber hin pirsgirêkan bi salane ew li navçeya Wêranşarê ya Rihayê rûdinê. Kaya, got ku ew ji bo serdana kurê xwe yê di girtîgehê de ye hatiye Amedê û tenê rojek du rojan li malê maye. Kaya wiha got: "Dema ez li Wêranşarê bûm, hin kes hatine taxê û 4 hezar û 500 lîre ceza birîne. Her çi qas niştecihên taxê gotine mal vala ye jî, li saetê nihêrîne û bêyî ku fatûreyekê bidin çûne."
Kaya, diyar kir ku ew ê vî cezayê nede. Kaya got ku, ew li rayedaran geriyane lê belê ji wan re gotine ku ji ber fatûreya we kêm hatiye ceza hatiye birîn. Kaya, bi bîr xist ku tiştekî zaf sirûştî ye ku fatûreya maleke ku kes lê namîne hindik bê û wiha bertek nîşan da: "Çar sal e vê malê bi kar nayînim, lê ceza lê birîne."
DEDAŞ PIŞTRAST KIR
Têkildarî mijarê me xwe gihand rayedarên DEDAŞ'ê. Rayedaran got ku, li gor pîvanên endezyaran xerckirina ceryanê ya malekê kêm zêde tê zanîn, lê di kontrolên hatine kirin de fatûreyên malan hindik hatine û li gor wê ceza hatiye birîn. Rayedar, dest nîşan kir ku riya îtirazkirina li cezayan vekiriye. Rayedar li ser mîqdara ceza ya ku heman miqdar li malbatan hatiye birîn û daxistina deyn jî, got ku ji bo welatî karibin deynê xwe bidin wan serî li sepandineke wisa daye.
Rayedar, têkildarî cezayê li mala vala hatiye birîn jî wiha got: "Dibe ku pirsgirêkek çêbûbe." Her wiha rayedar got ku, ev tişt li hemû herêmê tê sepandin.